Ji şewatê hêrs û hezn, xwelî û mirin ma

Şemî 22 Hezîran 2024 - 02:45

  • Li gundên Çinarê û Şemrexê şewateke mezin derket. Gundiyan hewl da ku bi derfetên xwe şewatê vemirînin. Li gel ku hê zû bang hate kirin ji bo vemirindina şewatê helîkoptêr bêne şandin jî dewleta Tirk heta berê sibehê saet 05:00’an jî helîkoptêr neşande herêma şewatê, li hêviyê ma ku şewat berbelav bibe û mirî çêbibin. Ji şewatê hêrs û hezn, xwelî û mirin ma!

MUCDAT CAN / MA / AMED

Welatiyan bi derfetên xwe yên kêm mudaxileyî şewata li gundên Çinarê û Şemrexê kirin. Hat gotin ji ber vê yekê welatiyan canê xwe ji dest daye û rayedar serê sibehê hê çûne herêma şewatê. 

Agir bi gundên bi ser navçeya Çinara Amedê û navçeya Şemrexa Mêrdînê ket. Bîlançoya giran a şewatê bi zeraqên tavê re derkete holê. 

Ewilî agir bi gundê Tobinî yê bi ser navçeya Çinarê ve dikeve û şewat ji vir belavî ser gundên dibe. Jinek ji gund ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku agir êvarê saet li derdora 21.00'an derketiye û agir ji ber têlên ceyranê ku li hev ketine derketiye. Şahida bûyerê jina ku nexwest navê xwe bide da zanîn ku bi hatina bayê re agir bi lez û bez li herêmê belav bûye. 

Bi traktoran xwestin vemirînin

Diyar bû ku welatiyan ewilî bi traktoran mudaxileyî agir kirine lê ev derfeta wan têrê nekiriye. Welatiyan da zanîn ku mudaxileya rayedaran û saziyên dewletê bo vemirandinê têr nekiriye. Welatiyan diyar kir ku li devera agir şivan û pezên xwe hebûne û ew xwe nagihînin wan. 

Ji bo agir vemirînin çûbûn

Gundê Tobinî yê Çinarê û gundê Kelekê yê Şemrexê cîranên hev in û xesarek mezin li van her du gundan çêbûye. Diyar bû ku welatiyên bi navê Şeyhmus Demir, Resul Yilmaz, Rêzan Yilmaz û Mezel Demîr ên ku çûne mudaxileyî agir bikin, jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku welatiyên jiyana xwe ji dest dane temenê wan di navbera 17-20 salî de ne û hemûyan jî di kêliya mudaxileya li şewatê canê xwe ji dest dane. Hat zanîn ku rewşa gelek birîndaran jî xedar e û li nexweşxaneyên li Amed, Mêrdîn û Rihayê tên dermankirin. 

Dewlet têrê nekiriye 

Cenaze li gund tên veşartin û dengê lorîn, zêmar û girî ji taxê olan dide. 

Hat zanîn ku welatiyan ewilî bi traktoran mudaxileyî agir kirine lê ev derfeta wan têrê nekiriye. Welatiyan da zanîn ku mudaxileya rayedaran û saziyên dewletê bo vemirandinê têr nekiriye. Welatiyan diyar kir ku li devera agir şivan û pezên xwe hebûne û ew xwe nagihînin wan. 

Dewlet 5 saetan mudaxele nekiriye 

Cenaze li gund tên veşartin û dengê lorîn, zêmar û girî ji taxê olan dide. 

Xelkê gund destnîşan kirin ku rayedaran 4-5 saetan mudaxileyî agir nekiriye û dereng hatine cihê bûyerê. 

Vê sibehê bi zeraqên tavê re hat dîtin ku li gundê Tobinî û Kelekê herî kêm 5 hezar donim zeviyên genim û garis şewitî ye. 

Şandeya DBP’ê û DEM’ê li herêma şewatê ye 

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar û rêveberên DEM Partiyê ku bi şev xwe gihandin herêma şewatê, hewl didin êş û birînên gundiyan aş bikin û alîkariya wan dikin. 

Gelek sewal mirin

Li herêma şewatê gelek sewalên gundiyan û sewalên kovî mirin. Gelek sewal jî birîndar bûn. 

Heta berê sibehê helîkoptêr neşandin

Tevî hemû bang û daxwazan jî seranserî şevê helîkopter sewqî qada şewatê nehatin kirin. Hat zanîn ku helîkopter şeveqê seat li 05.00'an çûye herêmê û mudaxileyê şewatê kiriye. Welatiyan nerazîbûn nîşanî derengmayîna helîkopterê da û gotin: "Bikişîne bikişîne vê rezaletiya helîkopterê bikişîne." 

AFAD hate ser miriyan 

Hat dîtin ku tîmên AFAD'ê yên ku dereng xwe gihandin herêma şewatê vê şeveqê li nav zeviyên şewitî li mirovên windayî geriyan.  

Li gundan û deverên agir pê ketiye welatî li ser pêya ne û di nava rewşek bi hêrs û xemgîn de ne. 

Wezîrê Tirk:5 kes mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirk Fahrettîn Koca wiha got, “Di şewata ku li gundê Yazçîçegî û Taxa Koksalan a li navçeya Çinar a Amedê û gundê Yucebax û Yetkînler a navçeya Mazidagi ya Mêrdînê derketî holê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 44 kes jî ji şewatê bandor bûn ku rewşa 10 kesan giran e.”

DEM Partî: Bi şaredariyên me re bixebitin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal, xîtabî Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Karên Hundir kir û ev daxuyanî da: “Her du wezîr jî têkildarî vê şewata ku jiyana xwezayî bandor kir û beriya 6 saetan destpê kir, du daxuyaniyên cuda didin. Em agahiyên ku ti eleqeyê wê bi van daxuyaniyên têkildarî windahiyên can, birîndar û kesên winda nîne, bi dest dixin. Şaredariyên me, rêxistinên me yên bajar û navçeyan, parlamenterên me li qadên şewatê, nexweşxaneyan û maseyên krîzê yên hatine afirandin dixebitin. Em bang li amîrtiyên mulkî dikin ku bi heman hewldanê bi şaredariyên me re bixebitin û em bang li wezaretên eleqedar jî dikin ku bi daneyên rast raya giştî agahdar bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.