Ji Şerîf Paşa heta bi Kerr û Kulik

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 2 Hezîran 2021 - 03:48

Kovara hunerî, çandî û edebî Nûbihar, vê carê bi nivîs, çîrok, helbest û bi wergerên cûr bi cûr derdikeve pêşberî xwîneran.

Di vê hejmarê de, Rohat Alakom li ser Şerîf Paşa nivîsiye. Şerîf Paşayê kurê Seîd Paşa, sefîrê Osmanî yê Swêdê bûye; di sala 1899´an de tevî gelek mêvanan beşdarî manewrayek leşkerî dibe. Qral Oscar II di merasîmê de aleqeyeke mezin nîşanî Şerîf Paşa dide; Rohat Alakom ev merasîm û dengvedana wê kiriye mijara nivîsa xwe.

M. Zana Karak û Huseyn Şemrexî herduyan jî helbestên Mela Ehmedê Xasî weşandine. M. Zana Karak sê helbestên Xasî yên Kurmancî diweşîne; yek ji wan cara yekem e diweşe. Huseyn Şemrexî jî helbesteke Xasî ji Osmanî wergerandiye Kurmancî û bi notên xwe nivîsa xwe xurt kiriye.

Bi navê Manuel Kirkyaşaryan zarokekî Ermenî, di dawiya umrê xwe de bibîranînên xwe dinivisîne. Ev kes di bibîranînên xwe de behsa Kurdan û adetên wan jî dike, çar heb kilamên Kurmancî jî nivîsîne. Murad Celalî li ser vê mijarê nivîsiye.

Ahmet Seyarî di helbesta Berken Bereh ya “Wisa Tê Bîra Min” de, êşa parçebûna welat şirove kiriye.

Şemoyê Memê li ser Destana navdar Kerr û Kulik nivîsiye; Kerr û Kulik destana şerê xal û xwarziyan e. Diya wan Werdê ketiye nava du agiran, naxwaze zarokên wê bi birayên wê re şer bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.