Ji Senatoya Fransayê hişyariya Rojava
În 23 Çile 2026 - 03:40

Di Senatoya Fransayê de, parlementerê Partiya Sosyalîst û serokê koma "Paris en commun" a Şaredariya Parîsê Rémi Féraud, bal kişand ser êrîşên li ser Kurdên Sûriyê û bang li hikûmeta Fransayê kir.
Rémi Féraud, êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê di destpêka meha Çile de bi bîr xist û got ku herêma xweser a Rojava ya li bakur-rojhilatê Sûriyeyê bi xetereya hilweşînekê mezin re rû bi rû ye. Û destnîşan kir ku Rojava ji ber êrîşên milîsên Îslamî yên ku bingeha artêşa Sûriyeyê ya nû pêk tînin, piştgiriya Tirkiyeyê ji van hêzan re û bêdengiya DYA’yê di bin gefê de ye.
Senator Rémi Féraud bal kişand ser bûyerên heyî xetereya sûcên şer û paqijkirina etnîkî digirin û got ku serbestberdana hezaran cîhadîyên berê yên di kampên El-Hol de tê girtin, metirsiya terorê dîsa mezin dike. Rémi Feraud bîr xist ku êrîşên Parîs û Nîsê ji deh salan zêdetir berê qewimîn û ev yek ji bo ewlehiya Fransayê rasterast gefekê çêdike.
Rémi Féraud diyar kir ku Kurdên Sûriyeyê bi hevpeymaniya navneteweyî re li dijî DAIŞ’ê şer kirine, lê îro heman hêz ji aliyê civaka navneteweyî ve careke din tenê tên hiştin. Di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmetê kir û xwest ku bi awayekî zelal bê gotin ka Fransa dê piştgiriyê bide Kurdên Sûriyê yan na; ji ber ku ev yek hem pêwîstiya nirxên gerdûnî ye û hem jî berjewendiyên Fransayê ne.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN














