Ji sedî 50 pêk hatiye
În 16 Îlon 2022 - 22:24
- Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeya qîrkirina rêya Hesekê-Qamişlo ji sedî 50 bi dawî kir.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeya qîrkirina rêya Hesekê-Qamişlo ji sedî 50 bi dawî kir.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê di 31’ê Tebaxê de ragihand ku dest bi qonaxa duyemîn a qîrkirina rêyan kiriye.
Gelek rê hatin qîrkirin û hîna xebata rêya Seêdiyê û Um Cilod ên Minbicê, projeya rêya Madoda li rojhilatê Reqayê, rêya bajarokê Til Semin û bajarokê Hezîme li bakurê Reqayê, rêya Qamişlo-Dêrikê û rêya Qamişlo bi rêya navneteweyî ve girê dide, berdewam e.
Di nava projeyê de, rêya di navbera gundê Beko yê li bakurê Hesekê û rêya M4 (rêya Qamişlo-Hesekê) bi dirêjahiya 16 kîlometre tê sererastkirin û qîrkirin. Lêçûna projeyê 350 hezar dolar e.
Di 12 rojan de xebat bi dawî bibe
Çavdêrê projeyê Mihemed Hesen wiha peyivî: "Piştî bidawîbûna xebatên rêşkirinê, niha bi qalindbûna 8 cm di merheleya duyemîn de tê qîrkirin. Heta niha ji sedî 50 ji projeyê pêk hatiye."
Li gorî Hesen, li gorî plana ji projeyê re hatiye danîn dê di 12 rojan de xebat bi dawî bibe.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê îsal bi rêya şaredariyên xwe girîngiyeke mezin da qîrkirin û sererastkirina rêyên li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha şaredariyên navçe û bajarokan girîngî da sererastkirin û qîrkirina rêyên sereke yên gundan bi hev ve girê didin.
ANHA/HESEKÊ