Kolektîfa “Şaneşîn Performans” ku li Mêrdînê xebatên şanoyî bi rêve dibe lîstika xwe ya nû derdixe ser dikê. Lîstika bi navê “Ji çaran yek ÎNFAZ” ku Recep Îçen nivîsandiye bi rejiya Ricep Îçen û Şêrko Janzêm dê weke “komediyeke reş” derkeve ser dikê.

Erdal Açil, M. Xelat Ertosî, Ozgur Sinan Elik û Sakine Salvacî weke lîstikvanê “Ji çaran yek ÎNFAZ” hatine aşkerekirin. Her wiha dramatûrgê lîstikê jî Siya Şavas e û şêwirmend jî Rênas Nas e.

Lîstika “Ji çaran yek ÎNFAZ” dê 15’ê meha Cotmehê roja Yekşemê li saet 20:00’an li Mêrdînê li ser sahneya Şaneşîn Performansê derkeve ser dikê.

MÊRDÎN