Şaneşîn Performans a ku li Mêrdînê xebatên şanoyê bi rêve dibe, li pey şopa Arsen Poladov “Kargeha Pandomîmê” li dar dixe. Kargeh dê di navbera 10 û 11’ê Tîrmehê de pêk were û  Derya Saglam wê dersê bide beşdaran. Kontejanên kargehê bi 15 kesan sînordar e.

Şaneşîn Performans armanca kargehê bi vî awayî şirove dike; “Di vê lêkolînê de, ku em tê de li ser derfetên laşî lêkolînê dikin, ji teknîkên mîmê yên klasîk dest pê dikin; armanca me bi bikaranîna tevgerên dijber têgihîştina dîtinê, serdestiya hevsengiyê zêde bikin û şiyana tevgerê ya laşî baştir bikin.”

 

MÊRDÎN