Ji Peywendê du pirtûkên nû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 13 Hezîran 2024 - 00:58

Weşanên Peywendê du pirtûkên nû yên bi Kurmancî çap kirin. Yek ji van pirtûkan “Lêkolînek li ser Dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî” ye û ya din jî bi navê “Dîroka Muzîka Kurdî” ye ku nivisakê vê pirtûkê jî Mihemed Heme Baqî ye. Ziya Avci pirtûkê wergerandiye Kurmancî.

Zeynep Yıldız ku li ser dîwana Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî lêkolînek kiriye dibêje; “Edebîyata Kurdî ya klasîk weke rûbarekê ye ku heta vêga jî diherike, xwe gihandiye roja me. Gelek helbestvanan ev rûbar bi berhemên xwe geş kiriye û binyata tarîxa me ya kultûrî û edebî pêk anîne. Ji hêlekê ve jî, îro roj hin helbestvanên vê rûbarê nenaskirî ne û berhemên wan an winda yan jî lêkolîn li ser wan nehatine kirin; loma, divê ev helbestvan bi nifşên nû bên naskirin û xebat û lêkolîn li ser berhêmên wan bên kirin. Bikaranîna terkîb û mezmûnên zimanên din ji bo helbestvanên Kurd ne karekî hêsan e. Helbestvanan carna ji bo wezn û serwayê, carna jî ji bo ku hest û ramanên xwe bi awayekî aşkere dîyar nekin, bi peyvan leyîstiye û xwestine ku berhemên wan ji alîyê estetîkê ve bala xwîneran bikişînin. Ji ber ku ev ne karekî hêsan e, dema ku em li berhemên wan dinihêrin em rastî zanabûn û qabiliyeta helbestvanan tên.”

Mihemed Heme Baqî jî di pirtûka xwe de wiha bi maneya awaz û melodiyê dadikeve; 

Bi sedan sal beriya niha, filozofê naskiri yê Yewnanî Fisagoris gotîye: "Ev cîhana han, hejmar û awaz / melodî ye, ku mebest ji vê hejmar û awazê jî ew bername û rejîma rêkûpêk û ronî û veşartî ye, ku bername ji bo gerdûn, ji bo surişt û ji bo insan danîye, bê rasterast û di hemi derfetekê de hest pê bikin. Ew bername jî ku di hejmara vê gotinê de ye, hejmara wan qanûnên cihê cihê ye, ku temamê jiyana me niqûmê deryayeke "ritm" a timî ya binî nehatî kiriye. Wekî; wan hemî diyardeyan di vê gerdûnê de hene. Her bi guherîna roj û şev, demsalan, gera dinê û hila-tina roj, heyv, stêrkan û avabûna wan, heta nêzîktirinê wê "ritm"ê, di lêdana dilê me de, di nefesdan, gavavêtina insên û ajel de his pê dikin. Heke her yek ji van diyardeyan, li gor hejmarê ji hevûdu cihê bin, ev mebest ji awazê (ritm) van diyardeyan jî, rêkûpêkî û çawaniya yekbûna bername û qanûn carî bûne û berdewambûna hejmara van diyarde- yan e."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.