Ji Peter Gabriel jî gîtarek ji bo Nûdemê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 1 Kanûn 2022 - 08:11

Li ser malpera xwe û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî, mûzîsyenê Ingiîz Peter Gabriel careke din destek da muzîkjena Kurd Nûdem Durak a di zindanên dewleta Tirk de. Peter Gabriel bi qasî muzîkjeniya xwe ya rock a progresîf, bi aktîvîstiya xwe ya ji bo xebatên insanî jî navdar e. Wî jî di çarçoveya kampanyaya gîtarek ji Nûdemê re, gîtara ku Roger Waters ji Nûdemê re şand, îmze kiribû. 

Di peyama xwe ya ji bo piştgiriya ji bo Nûdem Durakê wî got, “Serpêhatiya Nûdem Durakê, yeke neasayî ye. Û serpêhatiyeke welê ye ku divê muzîkjen hemû li ser bihizirin. Lewma wê heman tişta ku em muzîksyen hemû dikin, yanî wê stranên xwe gotin, bi zimanê xwe, ji bo miletê xwe; ji ber vê jî 19 sal cezayê hepsê lê hat birrîn. Roger Waters biryar da ku kampanyayekê bide destpêkirin, gîtarek da wê, gelek muzîkjenan ew îmze kir û destek dawê kampanyayê. Ev tiştekî gelekî xweş e û ez pê serfiraz im ku beşek ji wê me. 

Pêşî keça min a ku ji bo projeyeke azadiya xweîfadekirinê ya bi navê The Voice Project dixebitî, ez li ser rewşa Nûdemê agahdar kirim. Û me hingê çend peyam ji bo wê şandin. Ez pirr xemgîn im, ji ber ku Nûdem hîna jî di hepsê de ye, lazim bû ew serbest be.

Ez hêvî dikim ku hikûmeta Tirk wê dozê bi empartiyê careke din di ber çavan re derbas bike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.