Ji paradigmaya Ocalan ditirsin
În 16 Sibat 2024 - 00:52
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim têkilî hedefa Komploya 15’ê Sibatê diyar kir komplo di şexsê Rêber Ocalan de li dijî Kurdan, gelên azadîxwaz hatiye kirin, komplogeran bi komployê xwestine ku desthilata xwe ya netewdewletî, nîjatperestî û olperstiyê bidomînin û ji ber vê jî paradigmaya Ocalan Modernîteya Demokratîk kirine hedefa xwe.
Şervan Mislim got,’’Fikr û felsefeya Rêber Apo tê wateya dawîya desthilatdariyên faşîst. Dewletên desthilatdar û hegemon li hemberî felsefeya Rêber Apo nikarin hebûna xwe mayinde bikin û ev yek ji bo wan tirseke mezin e."
Ocalan qirêjiya pergalê nîşan da
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim got azadkirina neteweyan ji bo dewletên hegemon tê maneya hilweşandina wan û fikreke wiha ji bo xwe weke gefekê dibînin, Rêber Ocalan jî bi şîroeyên xwe yên dîrokî rûyê qirêj ê vê hegemonîk derxistiye holê.
Fikra Ocalan azadiyê dide her kesî
Şervan Mislim bi berdewamî anî ser zimên ku pergalên faşist li dijî fikra Rêber Apo derketine û xwestine ku vê fikrê tin bikin û got,’’Pêwîstiyeke dîrokî ye ku kesek derkeve û sentezeke nû derkeve pêş. Di serdema me de ew fikr, fikr û felsefeya Rêber Apo bû. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo hemû civak dikarin bi hebûn, çand, ziman û nasnameya xwe di bin yek sîwanê de bi awayekî zad bijîn."
Desthilat ji fikra Ocalan ditirsin
Herî dawî Şervan Mislim got: ‘’Fikr û felsefeya Rêber Apo ji desthilatdariyên faşîst re tirsek bû. Gelek şoreş çêbûn û serkêşên wan şoreşan dihatin girtin û ew şoreş di cih de dihat çewisandin. Lê belê şoreşa me di bingeha xwe de şoreşeke îdeolojîk e û şoreşa me her ku diçe berfirehtir dibe û ji asta gelê Kurd derket û gelek neteweyên cuda di nava vê şoreşê de cih digirin. Gelek fîlozofên navdar jî ji şoreşa bandor bûn û di nava felsefeya xwe de guhertin pêk anîn. Li gelek zanîngehan jî fikr û felsefeya Rêber Apo di dersan de tê dîtin û hînkirin.’’
KOBANÊ