Ji Nûdem Hezex romaneke nû

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 1 Cotmeh 2024 - 00:12

Romana nû ya nivîskar Nûdem Hezex a bi navê “Çello-Sonata Mirinê” ji Weşanên Na’yê derket. Nûdem Hezex herî dawî romaneke bi navê Spîroj nivîsandibû û ev romana wî jî ji Weşanên Payîzê derçûbû.

Nûdem Hezex yek ji karekterên romana xwe bi vî rengî dide axavtin; "Dema tav ji xewê şîyar dibe, ez şîyar im; dema tav radize, dîsa ez şîyar im; li destê min qelemeke biçûk, li ber deftereke mezin bişevûroj li tarîya xwe digerim; li tarîya xwe ya min carekê nedîtî û wê jî ti carî ez wenda nekirim. 

Na, na, nola her kesî, di tarîyê de li mûmekê nagerim; jixwe her tim di dilê min de mûmeke pêketî heye û ez bi wê mûma pêketî li tarîya xwe digerim.' Hin deman ditirsim li ber ronayîyên tîj û tûj û berqoq kor bibim û tarîya xwe ti carî nebînim; demdeman jî ew tirsa bêpirs ji dilê min derdikeve, gelekî wêrek dibim û dibêjim: 


– Belkî jî hewce ye kor bibim, ji bo karibim tarîya xwe bibînim."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.