Ji New Yorkê alîkariya Kurdan

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 13 Sibat 2023 - 00:17

Organîzasyona Navenda Çanda Kurd a li New Yorkê ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re kampanyayek da destpêkirin. Di çalakiya danezana kampanyayê de ya şemiya bihurî, nûnera hikûmeta Hewlêrê li Dewletên yekbûyî yên emerîkayê Bayan Samî Abdurrahman û berdevkê berê yê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê mîralay Myles Caggins jî bang li xelkê kirin da ku alîkariyê bigihînin mexdûran.

Navenda Çanda Kurd a li New Yorkê tevî komeleya Judi Kurd, xwestin ku alîkarî ji Heyva Sor a Kurdistanê û rêxistina alîkariyê ya hikûmeta Hewlêrê re bên şandin.

NEW YORK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.