Ji miriyên me jî ditirsin
Çarşem 30 Hezîran 2021 - 01:20
Şêx Seîd û hevalên wî, li Qada Deriyê Çiyê ku beriya 96 salan lê hatin darvekirin, hatin bi bîr anîn. Di bîranînê de hat diyar kirin ku zilma desthilatê îro jî berdewam dike û hat xwestin ku cihê gora Şêx Seîd were eşkerekirin.
Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî, têkildarî salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî li Qada Deriyê Çiyê (Qada Şêx Seîd) ya Amedê çalakiya bîranînê pêk anî. Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan, rêveberên HDP’ê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û endamên komeleyê beşdar bûn.
Serokê Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî Mehmet Kasim Firat diyar kir ku demekî dirêj e zilm li kurdan tê kirin û wiha got: “Pirsgirêka kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn.”
MA/AMED