Ji Mannheimê çûn nobetê digirin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 3 Mijdar 2021 - 00:27

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ya li Strasbourgê, di hefteya 489´an de bi koma ji bajarê Elmanyayê Mannheimê, dewam dike. 
Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li Strasbourgê ev 489 hefte ne ku çalakiya nobeta azadî ji Abdullah Ocalan re dewam dike.

Her hefte komeke nû ji Kurdistaniyan û dostên wan ên li Ewrûpayê dibin nobetdar. Vê hefteyê jî koma ji bajarê Mannheimê yê Elmanyayê dest bi çalakiyê kir.
Kom ji Çiyager Pirsûs, Tûncer Mazî, Mustafa Yilmaz û Halîl Yucel pêk tê.

Çiyager Pirsûs li ser navê komê got, “Rêberê me bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û em nikarin agahiyê jê bigirin. Rêberê me îradeya me ye. Ewrûpayê bi bêdengiyê nîşan da ku hevparê sûcê li dijî Rêberê me û gelê me ye. Heta ku Rêberê me û gelê me azad nebin, têkoşîna me jî wê bi dawî nebe.”

STRASBOURG



parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.