Bombeya yekem ket. Êdî divê mirov biryarekê bide. Heger ên diçin hene, yên li pey wan dimînin jî hene.

Şêwekar Tîmûr Çelîk beriya bi çendekê, di rêza resmên xwe yên bi rengên neftî ya bi navê Şahid de, wêneyê ji helîkopterê avêtina Kurdan çêkiribû. Vî resmê hanê gelekî deng vedabû. Tîmûr Çelîk niha ev rêza resman bi metnên Rêzan Aksoy di ser medya civakî ve parve kirin. Wî piştî ku DAIŞʼê û dewleta Tirk dor li Kobanê girt, dest bi xêzkirina resmên rêza Şahid kir. Wî resmên xwe li ser tuwalê û li ser kaxezê xêz kirin û rengandin.
Rêzan Aksoy ji bo wan dibêje, "Ev resmên piçûk carinan tesîra kartên posteyê dike ku ji bo ber bi bîrê ve bên birêkirin hatine amadekirin, carinan jî dişibin rojnivîseke dîtbarî ya nûçegihanekî şer ê ji mekanê şerî wêneyan dişîne. Her ku şer dewam dike, wisa diyar e ku şahidî jî wê dewam bike."
Em çendekan ji van wêneyan bi metnên Rêzan Aksoy bi bidin nasîn:

Şer û berxwedan

Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - tu nikarî bizanî ka şer wê ji kîjan alî bê, tu nizanî ka tê ber bi kîjan alî ve jî birevî.

 

ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Bombeya yekem ket. Êdî divê mirov biryarekê bide. Heger ên diçin hene, yên li pey wan dimînin jî hene.
Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Bombeya yekem ket. Êdî divê mirov biryarekê bide. Heger ên diçin hene, yên li pey wan dimînin jî hene.

 

Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî: Dorgirtina li Kobanê! Çûna ji Pirsûsê ya ji bo piştgiriyê qedexe ye, lê ne nemumkin e.

 

 

Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Di ser zaroktiya me re dû û dûxan radibe. Divê ev xewnek be, divê ev xewnek be!

 

Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Êdî dem e mirov bibe ti kes. Ev cara dawî ye ku ez wekî xwe didim qîran.

 

 

Ji 2017ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Êdî her cara min şewat dît, ew ê bên bîra min.

 

 

Û Efrîn

Ji 2017ʼan: li ser kaxezê boyaxa neftî - Efrîn! Erdên ku simbilên pêşî li wan çandî, tên bombekirin.

 

Ji 2018ʼan: li ser kaxezê boyaxa neftî - Divê em ji zeviyan bibihurin û bikevin nava kuçe û kolanên bajaran. Me ev şer nexwest.

 

Ji 2018ʼan: li ser kaxezê boyaxa neftî - Her tişt dikare biqewime, ji ber wê wî bîranînên xwe danîn aliyekî, ev çûn naşibe çûnên carê.

 

 

 

Şahidê tankên Elman

Ji 2018ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Li vî aliyê sînor her rê berê xwe dide şerî.

 

Ji 2018ʼan: li ser kaxezê boyaxa neftî - Seguriya sibê û helbet tankên Leopard...

 

 

Ji 2020ʼan: li ser tuwalê boyaxa neftî - Pêşî êşkence li Servet Turgut û Osman Şiban kirin, paşê ji helîkopterê avêtin xwarê.

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN