Ji jina azad ditirsin

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 27 Kanûn 2020 - 23:33

Tevgera azadiya Kurdistanê bi fikr û felsefaya Rêber Abdullah Ocalan paradîgmaya xwe ya azadiya civakê li ser sê bingehan pênase kir. Civaka demokratîk, azadiya jinan û bîra ekolojîk. Hemû nirxên civakê yên çandî-dîrokî-civakî li ser van hêman‎an kom kir. Ji bo ku civak demokratîk bibe û azad bijî, hewceyî bi azadiya jinê dît. Bi hişmendiya heke di civakekê de jin azad nebe, ew civak dîl e, xulam e û nikare xwe ji qirkirin û înkarê xelas bike tevgeriya. 

Jinên Kurd jî bi vê zanistê xwe li hemû waran bi rêxistin kirin û pêşengên xwe afirandin. Jinên Kurd bi têkoşînê tevahiya têgehên civak û pergalê yên ku xwe li hêza wê kerr û kor dikirin û ew piçûk  didîtin, yeko yeko têk birin. Li meydanên siyasî, leşkerî, rêxistinî, çandî, civakî û dîplomasî bûn xwedî gotin û pêşengî ji civakê re kirin.
Ev yek nexasim ji bo civakên bindest ên ku mîna civaka me her tim hebûn û nasnama wan natiye înkarkirin, lê ye. 

Di nava wan civakan de ku bi ti awayî hebûna wan nehatiye qebûlkirin, jinbûn jî bêgûman hîn bêhtir bar giran dike. Jinên Kurd ji destpêkê ve têkoşînê dûalî dimeşînin. Li aliyekî têkoşîna wan ji bo jiholêrakirina pergala pênc hezar salî ye ku li ser tinekirina vîna wan hatiya sazkirin. Li aliyê din jî li hemberî wî dijminî ye ku hebûn û nasnameya wan înkar dike. Bêgûman têkoşîna li hemberî vê zêhniyetê wê ne hesan bûya. Ji lewma jî jin her roj berdêlan didin. Lê jinên ku biryara azadiyê dane, yek kêliyê dudilî nebûn û bi israr têkoşîna xwe dewam kirin û dikin.

Yek ji wan jinên wêrek û têkoşer jî hevseroka KCD'ê Leyla Guven e. Dema polêsên Erdogan Leyla Guven girtin, wê got, 'Ezê siyaseta xwe li vî welatî bidomînim, çi li zindanê çi li derve'. A rast ev biryardarî ya jinên azadîxwaz hemûyan e. Dijmin ji jina jîr û zana ditirse. Ji ber ku ew baş dizanin dema jin azad bibe, pergala wan wî ji hev de bikeve.

Rêber Abdullah Ocalan di analîzeke xwe de ji bo jinên bi hêz û têkoşer dibêje; 'Ez bi jina bihêzbûyî şanaz dibim. Jina bihêzbûyî, rûmeta me ye. Bi jina bihêzbûyî re jiyan bi nirx e. Jineke zimanê xwe nebe, xeşîm dibe ti nirxî îfade nake'. Ji vê analîza Rêber Ocalan jî diyar dibe ku paradîgmaya modernîteya demokratîk li her bingehê azadiya zayendan hatiye hûnan û civak wê li dora jina azad bê avakirin.

Lê faşîzma dewleta Tirk ji bo dengê jina azad bibirre tişta jê tê, dike. Girtina hevseroka KCD'ê Leyla Guven mînaka vê yekê ye. Desthilata dewleta Tirk û rejîma Erdogan ji têkoşîna Leyla Guven ditirsin. Ji ber ku Leyla Guven, navê berxwedana li dijî tecrîd û her cûre êrişên faşîzmê ye. Ew dengê wan jinan e ku li kolanan rojane tên kuştin. Dengê dayikên ku cenezeyên zarokên xwe di pakêtên kargoyan de digrin. Ew dengê wam dayikan e ku bi salan e li hestiyên zarokên xwe digerin. Dengê jinên Şingalê yên ku bi destê çeteyên hov li bazarên koleyan hatin firotin û tên firotin. Dengê dayikên Roboskî ku ev 9 sal in li dû edaletê ne. 

Leyla Guven di nameyeke xwe de ji bo zarokên Roboskî gotibû: "Roboskî tu birîneke mezin î di nava dilê gelê Kurd de derbûyî. Mirovatiyê cara pêşî li cem te dît, laşê zarokan ên parçebûyî yên li qantiran barkirî… heta dinya bibe cihekî zarok karibin azad lê bijîn, ev têkoşîn û berxwedan wê bidome". 
Ev ruhê berxwedêr û asî wan gelekî ditirsine. Ji lewma ewçend bi cavsorî êriş dikin. Destpêkê wekîltiya wê xistin, paşê jî girtin û xistin zindanê. Lê êdî bi hezaran Leyla hene, weke ku Leyla Guven gotiye, têkoşîn wê li her deverê bidome. Bi vê biryardariya Leylayê heta li vî welatî zarok li kolanan azad bilîzin, êdî jin neyên kuştin û mirov bi hev re azad bijîn, têkoşîn wê dewam bike. Dibe ku berdêl giran bin, lê rojên azad nêzîk in.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.