Ji hilbijartinê nexşeya Kurdistanê derket

Sêşem 2 Nîsan 2024 - 00:52

  • DEM Partiyê tevî dengên leşker û polîsên li bajarên Kurdistanê hatine veguhestin jî 3 bajarên mezin û 7 bajar, bi giştî 75 şaredarî bi dest xist û li Kurdistanê serkeftineke mezin bi dest xist. Her wiha li Tirkiyê jî derba kuştinê li AKP’ê da û ji bo AKP’ê pêvajoya hilbijartinê da destpêkirin.

AKP hemû sazûmaniya dewletî da pişt xwe û li Kurdistanê kete ‘hilbijartin’ê, li gel her cure astengkirin, zext û zordarî, çavtirsandinê jî Kurdan di Hilbijartina Xwecih a 31’ê  Adarê de serkeftineke dîrokî bi dest xistin û AKP li Kurdistanê anîn ber nemanê. Kurdan bi taktîk û stratejiya hilbijartinê ne ku tenê li Kurdistanê bi ser ketine her wiha kirin ku AKP li Tirkiyê, li bajarên mezin ên weke Stenbol û Enqerê jî bi ser nekeve û bi vê re pêvajoya hilweşîna AKP-MHP’ê dane destpêkirin. 

Hilbijartina 31’ê Adarê  krîza meşrûiyeta siyasî li krîza avanî ya aborî ya Tirkiyê zêde kir, ku tê payin ev du krîz hilbijartina pêşwext li ber civakên Kurdistanê û Tirkiyê deyne. 

Li gorî encamên teqez DEM Partiyê 3 bajarên mezin; Amed, Mêrdîn û Wan, her wiha 7 bajar; Agirî, Êlih, Colemerg, Îdir, Mûş, Sêrt û Dêrsimê şaredarî bi dest xist. Ji bilî van bajaran li Şernex û Bilîsê jî DEM Partî bi ser ketiye lê dewleta Tirk darbeyê li vîna gel dike û encaman manîpule dike. Berxwedana gel a ji bo Şernex û Bilîsê wê encama fermî ya hilbijartinê ya van du bajaran teqez bike. Lê her çawa jî be tişta teqez ev  e ku ev du bajar jî di hilbijartinê de bi ser ketine.

59 navçe û 8 bajarok kete destê DEM Partiyê. 

 DEM Partiyê cara ewil Mûş bi dest xist. Di heman demê de Dêrsim û Agirî dîsa bi dest xist. Li Wanê her 14 şaredarî bi dest xist. Di heman demê de Şaredariya Curnê Reş ku tevgera siyasî ya kurd herî dawî di sala 1979’an de bi dest xistibû, piştî 45 salan cara ewil bi dest xist. Di heman demê de cara ewil li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist. 

Hevşaredara Şaredariya Mezin a WanêNeslîhan Şedal têkilî serkeftina mezin a Wanê axivî, got,’’Ev serfirazî ya jinan e, ya ciwanan e, serfiraziya gel e. Gelan serkeftineke mezin bi dest ve anîn. Serketî bûne jin û ciwan.’’

Serkeftin a gel e

Neslîhan her wiha got,’’Qeyûm, weke memûrên ku anîbûn ser vîna jin û ciwanên gelê Kurd, ne tenê ji bo berjewendiya aborî ya li şaredariyan, ji bo ku gel tine bikin, jinan tine bikin, ji bo ku li ser jinan polîtîkayên qirkirinê rê ve bibin, li dijî ciwanan polîtîkayên şerê taybet bikin, li talana siriştê bidin hatibûn peywirdarkirin. Ji ber vê, encama hilbijartinê ew bû ku em xwedî li siriştiya xwe ya hatî lewitandin, li sirişta xwe ya talankirî, li zimane xwe, li çanda xwe ya ku hatî asîmîleskirin xwedî derkevin û dijî polîtîkayên qirkirina jinan bisekinin.’’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Sêrtê jî mohra xwe li serkeftineke dîrokî da. AKP’ê 6 hezar û 600 “hilbijêrên” ji leşker û polîsan pêk dihat li Sêrtê veguhestibû lê tevî vê yekê jî DEM Partiyê 36 hezar û 856 deng (ji sedî 53), AKP’ê tevî dengên leşker û polîsên “veguhestî” 27 hezar û 554 (ji sedî 33) deng stand.

Gel bersiv da qeyûman

Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî têkilî encamên hilbijartinê gotin ku tevî hemû hîle, dek û dolab û hilbijêrên heram jî wan bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xistine. Alagaş, diya kir ku xelkê Sêrtê xwedî li vîn û partiya xwe derketiye. Alagaş û got, “Gelê bajar bersiv da qeyûmên ev du serdemin tên tayînkirin. Xelk xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derket.” 

 

Dersim bêyî DEM’ê nabe

 

Hevşaredarên Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak jî derheqên encamê gotin,’’Ev encam, ji hêla têkoşîna li dijî faşîzmê ve tenê rawestgeheke. Osmaniya 500 salan li dijî Dêrsimê sefer kirin. Di salên 1900’î de wiha gotin; ‘Li dijî Dêrsimê sefer dibe lê serkeftin nabe.’ Di sed salên komarê de rastî qirkirinê hat, gelek zext lê hatin kirin. Ji erdnîgariya xwe hate dûrxistin, gundên wê hatin valakirin. Lê Dêrsimê bi serkeftina xwe bersiva pêwîst da îradeya xwe ya di sala 2016’an de hatiye xespkirin.’’

Hevşaredaran her wiha gotin,’’Em gelek spasiya xelkê Dêrsimê dikin. Dêrsim bêyî DEM’ê, DEM jî bêyî Dêrsimê nabe. Li seranserî Kurdistanê DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist. Bi vê serkeftinê bû bersiva êrişa qeyûman a li dijî vîna me. Me tişta aydê xwe, tiştên ji me hatine dizîn dîsa ji wan stand. Gelê kurd vîna xwe nîşan da û xwedî li DEM’ê derket.” 

Dijminatiya li Kurdan da windakirin

Hevşaredarê DEM Partiyê jî derengiya şevê têkilî encamên hilbijartinê axivî û got, ‘’Van encamên hilbijartinê careke din nîşan da ku em bi ser ketin û desthilat têk çû. Vî gelî îradeya xwe teslîm nekir. Yên ku pirsa Kurd çareser nekirin, ji hev belav bûn. Yên ku hewl dan bi Kurdan bidin windakirin, welat ji dest wan çû. Siyaseta qeyûm bi desthilatê da windakirin. Gelê Kurd careke din nîşan da ku li gel çareseriya demokratîk e. Ev îrade di mijara demokrasiya herêmî de biisrar e. Ev yek careke din nîşan da. Dijminatiya mezin a li dijî gelê Kurd, nefreta li dijî Kurdan pêş xistî hem li rojava hem jî li Kurdistanê bi îktîdarê da windakirin. ‘’

Em ê Şernex, Bedlîsê û Qersê nedin

Bakirhan bal bire ser hewldana darbeya li vîna gel a li Şernex, Bilîs û Qersê û got,’’Li Şirnexê 6 hezar û 541 hilbijêrên qaçax hatin veguhestin. Dema em vê hejmarê jê dixin, em bi ferqekî mezin bi ser dikevin. Di heman demê de li gorî girtekên bi îmzeya şil, li Bedlîs û Qersê jî em bi ser ketine. Lê belê hewl didin bi rêya hîleyan îradeya van bajaran xesp bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin vê.’’

Hilbijêrên heram

Bakirhan wiha domand: ‘’Banga me ji bo partiyiyên me yên qersî, Bilîs û Şernexê ew e ku xwedî li sindoqan derkevin. Li gel hilbijêrên heram, li dehan navçeyan hîleyan dikin. Em ê li dijî hemû sindoqan îtîrazan bikin. Em ê bi tu awayî destûrê nedin kesên dengê gelê me didizin. ‘’ Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî li pêşiya avahiyê Bilîsê destnîşan kir ku encamên tên parvekirin rastiyan venabêjin û wiha got: “Em ê destûr nedin yek dengê me jî were xespkirin. ‘’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.