Ji hesinên zengirtî peykerên xweşik çêdike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 24 Sibat 2024 - 00:53

Hunermendê Awustralyayî Jordon Sprigg qederê 10 salan çêbû ku bi peykeran re mijûl e. Ew nexasim jî ji hesinên avêtî peykerên heywanan çêdike ku her yek ji ê din xweşiktir û balkêştir e. Di nav peykerên ku çêdike de hesp, deve, dînazor, gakûvî û gelek heywanên din hene. 

Peykerên Jordon Sprigg her çend ji demir bin jî ne bê tevger in. Yanî mirov dibêje qey ew ê ji ser qîdeyên xwe bişemitin û bimeşin. Jordon Sprigg wan bi vî awayî teswîr dike û koleksiyoneke peykerên zindî çêdike ji hesinên avêtî. Hin hesinên ku bikartîne zengirtî ne û ew qet vê zenga li ser hesinan paqij nake. Ev zenga li ser hesin dibe xemla peykerên wî û peykerên wî bi vî awayî rengekî cuda digirin.

Jordon Sprigg ji bo balê bibe ser heywanên cuda yên li dinyayê ev peyker çêdike û îlhama peykerên wî hezkirina wî ya ji van heywanan e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.