Ji germê jiyana xwe ji dest da
Duşem 14 Tebax 2023 - 00:20
Li navçeya Til Temirê ya Hesekê jinekê ji ber germahiyê zêde jiyana xwe ji dest da.
Ciwana bi navê Xedîce Mihemed Kinêhir a ji gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê pêr ji ber tava dijwar jiyana xwe ji dest da.
Bijîşk xelkê hişyar dikin ku di saetên herî germ de dernekeven derve, zarok, nexweş û pîran biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN