Gerîlayên azadiya Kurdistanê, 13’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê ya herêma Zê, operasyona şoreşgerî ya Helmet Dêralok lidarxistin û derbeke giran li artêşa Tirk a dagirker dan. Li ser vê, weke her carê, dewleta Tirk a dagirker ji bo ser têkçûna xwe bigre, dîsa êrişê qadên sivîl ên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. 

Aartêşa Tirk a dagirker ji roja ku operasyona şoreşgerî pêk hat heta niha, êrişên xwe yên li dijî sivîlan û çavkaniyên jiyanî yên herêmê bi dijwarê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker li dijî stasyona elektrîkê û bendeke kontrolê ya hêzên ewlekariya Hundirîn a li Eyn Îsayê bi balafirên bêmirov û biçek êriş pêkanî.

Beriya 3 rojan jî, dewleta Tirk derdora navçeya Eyn Îsayê bombebaran kiribû û di encamê de elektrîk ji ser bi dehan gundên li rojavayê bajarê Girê Spî qut bûbû.

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker bajarokê Çelebiye yê başûrê Kobanê ku li ser rêya M4`ê ye bombebaran kir. Têkildarî mijarê Meclisa Girê Spî daxuyaniyek da. Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê şaxê Girê Spî Sabrî Temo daxuyanî xwend û got:’’Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên xizmetguzariyê ku rasterast bandor li jiyana welatiyan dike û bêdengiya navneteweyî li hember êrişan nemaze ku li dijî bendeke kontrolê ya li nêzî baregeha Rûsyayê bû, em şermezar dikin.’’ Meclisê diyar kir ku her çiqas êrişên dewleta Tirk zêde bibin, israra wan li ser berxwedanê û dilsoziya bi axê zêdetir dibe.

ANHA/EYN ÎSA