- Li bakurê Hindistanê navendeke parastina fîlan heye. Ev navend li bajarê Şîkohabad e. Ne dûrî Delhiya Nû ye.
Li bakurê Hindistanê navendeke parastina fîlan heye. Ev navend li bajarê Şîkohabad e. Ne dûrî Delhiya Nû ye. Li vir fîl tên parastin ji ber ku hebûna wan, hebûna fîlan li Asyayê misoger dike. Li vir ji sala 2018´an ve nexweşxaneyeke fîlan jî heye. Jinên derdorê yên ji gund û bajarên nêzî Şîkohabad û nexasim jî li gundê navend lê, Rupaspûrê, jin ji fîlan re cilan dihûnin. Bi vê yekê ew fîlan ji serma şevê û zivistanê diparêzin. Di heman demê de jî rengên Hindistanî ên neqşan li fîlan jî dikin.
DELHIYA NÛ