Ji eşîran banga yekîtiyê
Sêşem 13 Tebax 2024 - 02:30
Ji ber êrişên Dîfa El Wetenî û hêzên hikumeta Şamê yên li ser bajar û bajarokên li rojhilatê Kantona Dêrazorê 13 kes şehîd bûn ku zarok jî di nav de bûn, 12 kes jî birîndar bûn. Têkildarî êrişên hêzên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê, Rûspiyê Eşîra Sefa Mihemed Tirk Suan û Rûspiyê Eşîra El Efadla Şêx Îbrahîm El Hadî ji ANF'ê re axivîn.
Mihemed Tirk Suan êrişên hêzên Dîfa El Wetenî û hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê şermezar kir û got:"Hêzên ku êriş dikin xwe weke artêşa eşîran didin naskirin. Lê belê pênaseke bi navê artêşa eşîran nîne. Ev hêz ji ber xwe ve pênaseyeke bi vî rengî dikin. Hêzên êrişkar dibêjin, eşîr li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk in, lê belê rewşeke bi vî rengî nîne." Mihemed Tirk Suan diyar kir ku haya eşîrên li Dêrazorê ji fitneyên dewleta Tirk heye û got:"Tiliya dewleta Tirk di êrişên li ser Dêrazorê heye. Propaganda reşkirina Rêveberiya Xweser dike ku karibe projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ji holê rake." Mihemed Tirk Suan bang li xelkê Dêrazorê kir û got:"Xelkê Dêrazorê divê ji sekna xwe ya têkoşeriyê tawîzê nede. Hêzên QSD’ê hêza me ya xweparastinê ye, divê em piştgiriya xwe ya ji bo QSD'ê ji bo kêliyekê jî kêm nekin û bi QSD'ê re bin. Weke rûspiyên eşîran em ê bi ewladên xwe re bin, xaka xwe biparêzin û divê em nehêlin yekbûna xaka me parçe bibe."
Em bi gelan re êrişan têk bibin
Şêx Îbrahîm El Hadî jî got:"Armanca bingehîn a eşîrên li herêmê misogerkirina aramiyê ye. Weke rûspî û şêxên herêmê em ê timî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser re bin. Em hêvîdar in ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li ber van êrişan rabin û xwedî li xaka xwe derkevin. Weke rûspî û şêxên herêmê heta dawiyê em bi Rêveberiya Xweser û QSD'ê re ne." Şêx Îbrahîm El Hadî destnîşan kir ku QSD û Rêveberiya Xweser temsîla xelkê herêmê dikin û got:"Rojeke bi tenê jî nêzîkatiyeke nijadperest û neteweperest nîşan nedan. Ereb, Kurd, Suryanî, Ermen, Çerkes hemû têkoşîneke hevpar dimeşînin û di oxira vê têkoşînê de ji bo xwişk û biratiya gelan jiyaneke hevpar ava kirin. Em ê bi xwişk û biratiya gelan van êrişan têk bibin."
ANF/NÛJIYAN ADAR