Ji êrişkirina Kurdî betal nabin
Çarşem 9 Hezîran 2021 - 03:21
Piştî mîtîngên li bajarê Wan û Cizîrê, pêr li Amedê jî ji bo zimanê Kurdî fermî bibe, mîtîng pêk hat anîn. Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi armanca Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, ev mîtîng li dar dixistin. Torê Mîtîng li bajarên Wan û Cizîrê 3 û 4´ê Hezîranê dabûn destpêkirin. Lê belê polêsê Tirk êriş bire ser her du mîtîngan û ew asteng kirin. jî bi hinceta pandemîyê hatibûn astengirin. Pêr jî Torê xwest li Amedê li Meydana Îstasyonê mîtîngekê li dar bixe lê polêsên dewleta Tirk dîsa dest werda daxwaza ji bo zimanê Kurdî. Polêsan rêyên dikevin meydanê girtin, û nehiştin welatî bikevin meydanê.
Polêsan li welatiyên ji bo mîtîngê hatî xist. Piştî destwerdana polêsan, welatiyan çalakiya xwe bi meşeke li Kuçeya Huner dewam kir. Girseyê di dema meşê de dirûşmeya "Bê ziman jiyan nabe" got.
Parêzer giliyê dewletê li cem dewletê dikin
Komek parêzeran jî pêr xwest ku bikeve nava girseya çalakger û polêsan êrişî komê kir. Di dema êrişê de parêzer Gulîstan Ataş û Riza Polat ji milê xwe birîndar bûn. Parêzer çûn nexweşxaneyê û lêdan kirin rapor.
Parêzer Gulîstan Ataş diyar kir ku wan xwestine tevli daxuyaniya ji bo zimanê Kurdî bibin û wiha dewam kir: "Nehiştin ku em tevli daxuyaniyê bibin û li me dan. Ez û hempîşeyê xwe Riza Polat em ji milê xwe hatin birîndarkirin. Em ê giliyê rayadaran bikin."
AMED