Li navçeyên ser bi kantona Qamişloyê, Amûdê, Girkê Legê û Çilaxa, êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a pêr, hat şeremzarkirin û hat gotin, gelê herêmê dê her şopdarê rêya şehîdên xwe be.
Xelkê Amûdê têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk daxuyaniyek da. Daxuyanî li meydana Jina Azad a li navçeyê bi amadebûna endamên Saziyên Civaka Sivîl, Kongra Star û nûnerên partiyên siyasî hat dayîn û ji aliyê Endama Rêveberiya Dibistanan a li Amûdê Hena Xalid ve hat xwendin.
Hena Xalid bal bire ser êriş, siyasetên bişavtin, tinekirin û qirkirinê yên li dijî gelên herêmê û got, “Lê gelê herêmê xwedî mîraseke berxwedanê ye, serê xwe netewandiye û bi îradeya xwe her tim bersivên xurt dane. Di Şoreşa Rojava de jî ev yek derket holê.”
Wê êrişên dewleta Tirk a dagirker, bi taybetî êrişa pêr a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişloyê, şermezar kirin û bal bire ser têkoşîna şehîd Yusra û şehîd Lîman: “Yusra Derwêş û Lîman Şiwêş du jinên pêşeng bûn. Her du şehîd ji bo birêxistinkirina civaka xwe ked û xebateke pirr mezin dan meşandin. Yek ji rêbazên qirêj ku dijmin dimeşîne jî hedefgirtina kesayetên pêşeng e.”
Wê bang li saziyên mafên mirovan kir da ku rê li sûcên dewleta Tirk a dagirker bê girtin û daxuyanî wiha bi dawî kir: “Wek gelê herêmê em ji van kiryarên tirsonek natirsin, vîna me têk naçe. Careke din em soz didin şehîdên xwe ku em ê şopdarên rêya wan bin.”
Çalakiyên bi heman rengî li Çilaxa û Girkê Legê jî hatin xwendin.
ANHA/QAMIŞLO