Ji Erdogan zêdetir dijberê PKK’ê ne

Çarşem 8 Gulan 2024 - 00:19

Siyasetmedarê Kurd yê Rojhilatê Kurdistanê Elî Kerîmî bi dehan salan li Başûrê Kurdistanê weke pêşmerge, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvan kar kiriye. Siyasetmedarekî çalak yê têkoşîna Kurd û netewî ye. Kerîmî ku li ser dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst û alîkariyên PDK û malbata Barzanî ya ji Erdogan nirxandin kirin. Kerîmî destpêkê behsa serdana Erdogan a Iraqê kir û wiha got:’’Dibe ku tiştên heyî zêdetir di mijarên bazirganî û aborî guhertin pêk bên.  Ji ber ku Tirkiye di nava krîzeke mezin ya aborî de ye ku em dibînîn lîreyê Tirk di cîhanê de yek ji pereyên herî bêqîmete. Lewma dibe ku di têkiliyên wan yên aborî û bazirganiyê de guhertin çêbibe. Lê di warê siyasî û leşkerî de ez bawer nakim ku Bexda bi hemû şert û mercên ku Tirkiye jê dixwaze qebûl bike. Ji ber ku Bexda ne bi tenê ye, Bexda li gel Emerîkayê ye ku hîn jî welatekî dagîrkirî yê Amerîka û Ewropayê ye. Ji bilî van Îran jî bi awayekî ku Iraqê birêve dibe, li pişt Iraqê radiweste. Ji ber vê yekê divê em ji bîr nekin ku di dîrokê de Tirkiye û Îran pirsgirêkên xwe hebûne û li hev nekirin. Raste hîn ev aloziyên di navbera her du welatan de negihiştine asta teqînê. Lê ji ber ku şîeyên Îranê naxwazin li gelek cihan bikevin nava şer û bi taybetî jî li gel Tirkiyê. Ji ber vê yekê jî Îran li Bexdayê xwedî gotine û gotina serekî jî ya wê ye. Tişta ku Erdogan bi wê şandeya xwe ya mezin û qerebalix ve pê hat Bexda bidest nexist. Zêdetir wan xwe di çarçoveya bazirganî de pêşkêş kirin. Ya rast ewe ku di navbera Iraq û Tirkiyê de tu pirsgirêkên ewlehiyê nînin ji bilî pirsgirêka Kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê. Ji ber ku dewleta Tirk li hemberî Kurdan pir hesase û dizanin Kurd gelekê xwecihî ne û li ser xaka xwe bûne, yên ku hatin xaka Kurdan dagirkirin Tirk bûn.

Hatina Erdogan karesatek bû

Elî Kerîmî derbarê serdana Erdogan a Herêma Kurdistanê jî wiha got:’’Bi rastî jî serdana Erdogan ya Herêma Kurdistanê karesatek bû. Xemilandina qesr û rêyan bi alên dewleta Tirk kêmasî û eybeke mezin bû ku mirov bi wî awayî pêşwaziya dijminên xwe bike. Erdogan li Bexdayê got ku ewê biçe serdana birayên xwe yên Tirkmen yên li Hewlêrê. Binêrin ew çiqas koleyê berjewendîyên pere û dolarên malbata xwe ne, ne ku berjewendiyên gelê xwe. Ji ber vê yekê ew koletiyê hez dikin û qebûl dikin. Malbata Barzanî ji dil û can dixwaze bibe waliyê dewleta Tirk. Tiştê ku bi salan berhev kirine û li derve xerc kirine û li Tirkiyeyê di banka û neguhêzan de razandine, bi xizmeta Erdogan û kirina tiştên ku Erdogan jê hez dike tê parastin. 

Mesûd Barzanî nerast dibêje

PDK ji Tirkiye û Erdogan du qat zêdetir li dijî PKK’ê ye û venaşêre jî. Ji sala 1975’an ve PDK û malbata Barzanî gotine “ger em nikaribin çi ji destê me bê emê wê hilweşînin.” PDK ji desthilta Kurdan a niha li Bakurê Kurdistanê heye gelek aciz û nerehete. Lewma PDK qet venaşêre ku li dijî PKK’ê ye. Tişteka ku ew dike gelek kirêt û bi nefrete. Tirkiye PKK’ê dijminê xwe dibîne. Eger PDK behsa neteweya Kurd dike, çima li dijayetiya parçeyên din yên Kurdistanê bi taybet Başûr û Rojava dike?

Kerîmî li ser gotina Mesûd Barzanî ya ‘min şerê birakujiyê heram kiriye’ jî got:’’Barzanî nerast dibêje. Ew ê li ser wê yekê bin ku çi dijminekê Kurd ji kûderê bê wê biçin destê xwe bidin destê wî û bi hev re hewl bidin netewa Kurd bitepisînin.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.