Ji destê DAÎŞ'ê ber bi Şengalê ve

În 28 Cotmeh 2022 - 05:36

Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê, zaroka Êzidî ya bi navê Canê Ziyad Heyder (jidayîkbûya 2007'an) piştî ku ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve li kampa Holê hat rizgarkirin, bi merasîmeke fermî radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kir.

Mala Êzîdiyan a herêma Cizîrê beriya demekê rizgarkirina Canê Ziyad Heyder ji Kampa Holê ragihandibû. Ew di 3'yê Tebaxa 2014'an de, dema êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê hatibû revandin.

Canê Ziyad Heyder ji gundê Solax ê Şengalê ye. Piştî ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hat revandin, ji sala 2019'an de li beşa 6'an, komîna 16'an a beşa koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ya kantona Hesekê dima.

Doh sibehê bi beşdariya Komîteya Jinên Revandî ya Mala Êzîdiyan a bajarê Hesekê, berdevka Yekîneyên Parastina Jin Rûksen Mihemed û ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê Omer Şengalî, Canê Ziyad Heyder hate radestkirin.

Di dema radestkirinê de berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed têkildarî komkujiyên ku li ser Êzîdiyan pêk hatine axivî.

Rûksen Mihemed got: "Îradeya Êzidiyan ji bo parastina gel, herêm û çanda xwe, ji hemû êrişên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ pêk anîn, xurttir e."

Di dawiyê de, keça Êzidî Canê Ziyad Heyder xatir ji fermandar Rûksen Mihemed û endamên Mala Êzidiyan xwest û radestî şandeya Yekîneyên Berxwedana Şengalê hat kirin.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.