Ji DBP'ê ji bo Rojava kampanya

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:40

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray, têkildarî kampanyaya alîkariyê ya ji bo Rojava banga xwedîderketina li kampanyayê û Rojavayê Kurdistanê kir. 

Artêşa Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê yên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê (SMO) di 27ê Mijdarê de li dijî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dest bi êrişan kirin. Di van êrîşan de, komên Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrîşên xwe yên li ser Minbicê û gelek gundên derdora wê didomînin. Di êrîşan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, birîndar bûn û koçber bûn. Her wiha gelek herêm hatin talankirin. Ji bo piştgiriya koçberan kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Yek ji van kampanyayan ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve tê meşandin.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sultan Yaray der barê kampanyaya alîkariyê de daxuyanî da.

Ji bo kampanyayê banga piştgiriyê

Sultan Yaray anî ziman ku di encama êrîşan de gelek kesî zirar dîtine û diyar kir ku ew weke DBP’ê li cem mexdûrên şer in û got, “Me hem ji bo gelên Sûriyeyê hem jî ji bo Rojava dest bi kampanyayê kir. Di şeran de mirovên bindest dikevin rê û mal û canê xwe ji dest didin. Birçî û tî dimînin. Her wiha, niha şert û mercên zivistanê hene û rewşa mirovan xirab in. Weke DBP’a Amedê em bang li hemû gelê Amedê dikin. Kî dibe bila bibe bila em destê alîkariyê bidin. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û ji bo alîkariyê çi ji destê wan tê bike. Lê divê gelê me bizanibe ku em pereyan kom nakin. Tenê hewcedariyên kesan e. Em ê tiştên wek cil, pêlav, derman, betanî, xwarin û pêdîviyan berhev bikin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bide kampanyayê. Ew dikarin malzemeyên alîkariyê bigihînin avahiyên bajar û navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û DBP'ê."

JINNEWS/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.