Ji daktîloyên kevn peykerên çûkan

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:09

  • Peykersaz Jeremy Mayer beriya 30 salan daktîloyek parçe parçe kir. Dema wî ev daktîlo parçe kir, nizanibû dê ji van parçeyan peykeran çêke.

Peykersaz Jeremy Mayer beriya 30 salan daktîloyek parçe parçe kir. Dema wî ev daktîlo parçe kir, nizanibû dê ji van parçeyan peykeran çêke. Wî ji piçûkatiya xwe ve daktîlo nas dikirin û bi dengê daktîloyê mezin bûbû. Mayer nexasim ji daktîloyên kevn pirr hez dikir, ji deng û atmosfera ku dengên daktîloyan di nav xanî de ava dikir, gelekî hez kiriye. Ji lewma, piştî ku wî ev daktîlo parçe kiriye fikreke nû lê peyda bûye û wî dest bi çêkirina van peykerên çûkan kiriye. Wî bi daktîloyan gelek çûkên xweşik û balkêş sêwirandine. Di nav 10 salên dawî de gelek daktîlo kom kirine û bi lehîmê daktîloyên ku parçe kiriye, ji nû ve ango bi sêwirandinên xweşik bi hev ve danîne.  

Jeremy Mayer îşaret bi têkiliya insan û makîneyan dike û dibêje; “Bi guherîna teknolojî û civakê re têkliyên me yên bi makîneyan re jî diguherin. Ev daktîloyên ku bi kar tînim, gelek ji wan êdî nayên bikaranîn. Ez dizanim her yek ji wan bi serê xwe xwedî serpêhatiyeke cuda ye. Gelek kesan bi van daktîloyan nivîsand û ev makîne weke heval bûn ji van kesan re. Lê niha ez jî bi çêkirina van peykeran ji xwe dipirsim. Gelo makîne çi ye? Yan jî maneya jiyanê çi ye?

Bi bersiva van pirsan ez jî nizanim, ez bi çêkirina van peykeran li bersiva van pirsan jî digerim. Ez herçiqas bersiva van pirsan nikaribim bidim jî hîs dikim ku di nav vî karî de nêzî bersivan bûme.”.

CALIFORNIA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.