Ji bo zilmê bikin nexweşan sax dikin

Sêşem 16 Mijdar 2021 - 23:30

  • Miracaeta ji bo berdana girtiyê newxweş ê 81 salî Siddik Guler, bi hinceta reçeteya "dikare têr avê vexwe" ya nexweşxaneyê, hat redkirin.

EYLEM AKDAG  / MA/AMED 

Miracaeta ji bo berdana girtiyê newxweş ê 81 salî Siddik Guler, bi hinceta reçeteya "dikare têr avê vexwe" ya nexweşxaneyê, hat redkirin.

Li gorî daneyên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), li hepsan zêdetirî hezar girtiyên nexweş hene ku dewleta Tirk bi ragirtina wan zilmê dike. Yek ji wan jî Siddik Guler ê 81 salî ye. Ev 26 sal in ku Guler girtî ye. Guler, li Hepsa Tîpa T a Skenderûnê girtî ye û nexweşiyên wî yên hîpertansiyon û bayê momikan ên ragirtî hene. Beriya niha du caran anjiyo bûye û niha bi kursiyê biteker di hepsê de ye. Di 10'ê Sibatê de Sidik Guler bi vîrûsa koronayê jî ket. Heta niha hemû miracaetên ji bo berdana Guler, hatin redkirin. 

Herî dawî Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, ji bo berdana Guler, 6'ê Îlonê miracaetî Serdozgeriya Komarê ya Skenderûnê kir.

Dozgeriyê miracaet qebûl kir û ji rêveberiya hepsê têkildarî mijarê agahî xwestin. Rêveberiya hepsê, bi reçeteya Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Skenderûnê ya ji bo Guler bersiva dozgeriyê da. Di reçeteyê de tenê îmzeya bijîjkekî heye û ew îdîa dike ku pirsgirêkeke Guler tine ye û dikare têr avê vexwe.

Dozgeriya li mehneyan jî piştî vê bersivê rêveberiya hepsê, daxwaza ÎHD'ê red kir. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.