• Şehîd Senar ji xaziyên HPG´ê bû û li Hamburgê dema derman dibû, şehîd bû. Kurdistaniyan bi merasîmekê cenazeyê wî şand Kurdistanê.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Serhat Gokçe (Senar) di nav refên HPG´ê de bû. Piştî ku birîndar bû, ji bo dermankirinê berê xwe da Elmanyayê. 9´ê Tebaxa bihurî li nexweşxaneya lê derman dibû, şehîd bû.

Şehîd Senar ji navçeya Erziromê Qereyaziyê ye. Ew di şerê li Geverê de birîndar bûbû. Şehîd Senar demeke dirêj li Mexmûrê ma û beriya bi du salan ji bo dermankirinê çû Elmanyayê.

Ji ber ku kezeba wî jî birîndar bû, rewşa wî xirab bû. Li ser vê ew rakirin nexweşxaneyê, lê şehîd bû. Kurdistaniyên li bajêr gelekî li ber şehîdbûna Senar ketin. Şehîd Senar di heman demê de di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de jî fermandarî kiribû.

Ji bo şehîd Senar li bajarê Stade yê Elmanyayê merasîma cenaze hat lidarxistin. Hevberdevka KON-MED'ê Zubeynde Zumrut di merasîmê de peyivî û got, ew ê Serhat Gokçe di têkoşîna xwe de bi bîr bînin. Hevberdevkê KON-MED´ê Engîn Seven jî got, ''Ti caran ji têkoşînê qut nebû û tevlî çalakiyan hemûyan bû."

Li merasîmê li ser navê Tevgera Ciwanan, KOMAW, FED-DEM'ê axaftin hatin kirin.

Hevrêyên şehîd Senar ên ciwan, tabûta wî li milê xwe kirin û cenaze şandin Qereyaziyê.

Cenazeyê şehîd Senar li Qereyaziyê bi merasîmekê hate veşartin.