Ji bo welayeta keça xwe têdikoşe

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 11 Çile 2022 - 22:18

  • Acîl Çîçek ev bêhtirî deh salan e ku li Elmanyayê ji bo wesayeta zarokên xwe têdikoşe. Bi ya wî meqamên Elman çavreşî avêtine wî û ji bo heyfê jê hilînin, bi ser wî de diçin.

M. ZAHÎT EKÎNCΠ / HAMBURG

Acîl Çîçek ev bêhtirî deh salan e ku li Elmanyayê ji bo wesayeta zarokên xwe têdikoşe. Bi ya wî meqamên Elman çavreşî avêtine wî û ji bo heyfê jê hilînin, bi ser wî de diçin.

Acîl Çîçek bavê sê zarokan e; M. yê 16 salî, H. ya 15 salî û R. yê 11 salî. Ew tevî hevjîna xwe Dîlaver Çîçek û zarokên xwe li bajarê Elmanyayê Bad Schwartau yê nêzîkî Lubeckê dimîne. Ew weke penaber hatiye Elmanyayê. Sedema wê jî ew bû ku di dema mamostetiya xwe de sala 1988´an bi şagirtên xwe re bi Kurdî peyivîbû, zext û zilm lê hatibû kirin.

Ji 3, 4 saliya M. ve serê malbatê bi meqamê dewleta Elman ê ji zarok û ciwanan berpirsiyar, “Jugendamtê” re di belayê de ye. Dadgeha Bilind a Eyaletê piştî bi gelek salan, welayeta kurê wan M. yê 16 salî li wan vegerandibû. Lê welayeta keça wan a 15 salî H´yê li wan venagerînin û Jugendamt bi israr hewl dide welayeta kurê wan ê 11 salî jî ji wan bistîne. Acîl Çîçek ji rojnameya me re nivîsî û got, “em veguherîn çoleke zuwa.” 

Acîl Çîçek dibêje ev 16 sal in meqamên dibistan û ciwanan ên Elman Schulamt û Jugendamtê jiyan li wan kiriye zindan û banga hestiyariyê li raya giştî ya demokratîk dike. Bi ya Acîl Çîçek gelek malbatên di rewşa wî de hene û ji ber vê ev mesele ne tenê meseleya wî ye, meseleyeke civakî ye. Ew dibêje, ji ber ku koçber in, meqamên Elman vê zilmê li wan dikin.

Jugendamt teşwîqî alkolê dike

Li gorî malbatê, Jugendamt (meqamê berpirsiyar ji ciwan û zarokan) a Ostholsteinê û bi dibistanê re çavreşî avêtiye wan û ji ber vê yekê keça malê H. teşwîq kirine ku bi xwe biçe Jugendamtê û doza ji malbatê dûrxistinê bike. Malbatê, berê tevî derfetên kêm karîbû îsbat bike ku kurê wan M. zêde jîr e û li malê ti pirsgirêk û tehlûke ji bo zarokan nîne. Lê wiha xuya ye ku keça malê H gava 14 salî ye, bi handan û teşwîqa dibistan û xebatkarên Jugendamtê ji malbatê tê standin. Bav Acîl Çîçek dibêje, H ji 22´yê Cotmeha 2020´an ve jî li cihekî weke hepsê dûrî malbatê tê ragirtin. Malbatê bi axaftineke telefonê de ji devê H bihîstiye ku xebatkarên Jugendamtê wê teşwîqî bikaranîna alkol û narkotîkê dikin. Qeydiyeke deng a vê axaftina bi telefonê ya ku vê daxuyaniyê piştrast dike jî ji me re şand.  

Li avahiya dadgehê heqaret li wan kirin

Malbat ji bo keça wan li wan bê vegerandin niha têdikoşe. Ji bo biryareke dadgehê, li Dadgeha Bilind a Eyaletê 9´ê Kanûna bihurî rûniştina dadgehê hebû.

Acîl Çîçek dibêje, beriya rûniştina dadgehê ew bi keça xwe re peyivî ne û wê gotiye, ew poşman e û dixwaze vegere malê. Lê li hola dadgehê û li eywana li ber holê, xebatkarên Jugendamtê li ber çavê dadgerê heqaret li wan kirine. 

Gava ku dayik û bav keça xwe H dibînin, wê hembêz dikin. Qederê 2 deqîqeyan ew hev hembêz dikin, lê 3 xebatkarên Jugendamtê bi qêrîn bi ser wan de diçin li ber çavê dadgerê û dixwazin ew bikevin hola dadgehê. Heta xebatkarên Jugendamtê hewl dane ku asteng bikin, diyariya dayika H jê re aniye jî bidiyê. Bi lava û israra malbatê destûr hatiye dayîn ku dayik diyariyê ji erebê derxe û bide keça xwe. 

Malbata Çîçek dibêje, parêzera zarokê Xanim Kohl ku divê silametî û berjewendiyên zarokê biparêze, bi temamî xwe daye ber parastina îdîayên Jugendamtê û hîç li silametiya zarokê nefikiriye. Malbat dibêje, parêzera zarokê, prensîpa bêalîtiyê binpêkiriye û bi temamî aliyê Jugendamtê girtiye da ku dadgeh welayeta zarokê nede malbatê.
 
Mesele civakî ye

Malbat dibêje, Jugendamtê û meqamên din keys li qelsiya keça wan aniye, mejiyê wê şûştiye û kiriye. Ew dixwaze heman tişt neyê serê malbatên din ên koçber jî. Li ser navê malbatê Acîl Çîçek dixwaze raya giştî ya demokratîk ji vê meseleya civakî re bêhtir hestiyar be. Ew dibêje ji bo hestiyarkirinê û xwedîderketina li doza wî wî miracaetî gelek sazî û rêxistinên Kurd jî kiriye, lê weke pêwîst kesî alîkariya wî nekiriye yan jî elaqeya lazim nîşan nedaye. Ew dixwaze qet nebe di warê hiqûqî de destekê bidin wan da ku nimûneyeke pozîtîf ji malbatên di heman rengî de derkeve holê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.