Ji bo Tirkan Rojava vala dikin

Duşem 17 Çile 2022 - 22:48

  • Welatiyên ku bi îdîa û weedên rêxistinên ser bi PDK´ê û ENKS´ê xapiyan û berê xwe dan Başûrê Kurdistanê, dibêjin, PDK û ENKS tenê dixwazin Rojava vala bikin; îdîa û weedên wan û ragihandina wan jî derew in.

RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO

PDK û ENKS'ê pîlanên xwe yên koçberkirina Kurdan ji Kurdistanê didomînin û pîlanên xwe li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdetir kirine. Welatiyên ku ketin xefika şebekeyên bi destê her du hêzan jî ev pîlana PDK û ENKS´ê li wan eşkere kirin.  

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi hevkariya ENKS'ê hin welatiyên Rojava xapandin û soz da wan ku alîkariya wan bikin û wan bişînin welatên Ewrûpayê.

Hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, PDK'ê deriyên sînor ên Pêşxabûr û El-Welîd girtin.

PDK'ê piştî girtina her du deriyên sînor, welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teşwîq kirin ku koçber bibin û hin welatiyên Rojava bi rêya şebekeyan derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.

Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî, îdîa kir ku alîkariyan ji wan re pêşkêş dike û çûyîna wan a ber bi welatên Ewrûpayê ve hêsan dike. Bi vî awayî qederê hezar welatî ji Başûrê Kurdistanê derxistin ku mehekê li ser sînorê Belarûs û Polonyayê asê man û di şert û mercên herî dijwar de man.

Hinek ji wan jî mirin.

Hinek ji wan kesên ku PDK'ê û ENKS'ê  ew xapandin, ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan û tişta bi serê wan hatî eşkere kirin.

Armanc valakirina Rojava ye

Amed Mihemed Emîn ê ji Amûdê ya ser bi Qamişloyê, got, "Van rêxistinan îdîayên alîkariya wan ji bo çûyîna welatên Ewrûpayê belav kirin, dema ku em gihîştin Başûrê Kurdistanê, ji bo ku pere qezenc bikin navên me tomar kirin, lê me dît ku îdîayên wan hemû derew in û armanca wan tenê valakirina Rojava ji şêniyên wê ye."

Alan Silêman ê ji Hesekê jî got, rêxistinan bi rêya medyayê derew li wan kirine û vê jî kir ku ew koçberî Başûrê Kurdistanê bibin û dev ji mala xwe berdin.

Leyla Xelîl Ehmed ji Kobanê ye, wê jî got, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov li dijî Kobanê zêde kirine, di heman demê de ragihandina PDK'ê digot, ew amade ye alîkariya koçberan bike. Leyla Ehmed got, "Ji ber vê yekê em bi vê lîstoka qirêj xapiyan."

Şûeyb Ehmed jî piştrast kir ku rêxistinan rê li ber qaçaxçîtiyê vekiriye û ew xapanbdine: "Piştî ku em gihîştin wir, rêxistinan îdîa kir ku hejmar temam bûye û em neçar kirin ku em vegerin."

Şûeyb Ehmed bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku ji pîlana valakirina herêmê haydar bin.     

Dixwazin nexasim Kurdan koçber bikin

Hevserokê Gerînendetiya Karûbarên Koçber û Penaberan a Herêma Cizîrê, Feyrûşah Remedan diyar kir ku koçberiya li herêmên Kurdistanê siyaseteke nû ye ku ji aliyê rêxistinên herêmî yên girêdayî PDK'ê û dagirkeriya Tirkiyê ve tê meşandin, armanc jî valakirina herêmê ji pêkhateyên wê nexasim jî ji Kurdan e.      Feyrûşah Remedan da xuyakirin ku PDK'ê derî girtin da ku bi rê û rêbazên palnkirî şêniyan bide koçberkirin. PDK bi rêya rêxistin û qaçaxçiyên girêdayî xwe yên li herêmê mirovan bi qaçaxî derbas dike, ji bo pereyan qezenc bike û herêmê vala bike.

Feyrûşah Remedan diyar kir ku herêmên Kurdistanê rastî êrişeke sîstematîk û şerê taybet tên, sedema wê jî siyaseta PDK'ê ya valakirina herêmên Kurdistanê û guhertina demografiya wan e: "Ev yek bi armanca pêkanîna siyaseta dewleta Tirk a dagirker ne tenê li Rojava, li herêmên Kurdan hemûyan tê kirin."       

Feyrûşah Remedan bang li gel û pêkhateyên herêmê û Kurdan kir da ku ji bo têkbirina siyasetên şerê taybet bi rêya koçberkirinê, dev ji warên xwe bernedin û ji bo azadî, demokrasî û edaletê têbikoşin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.