Ji bo tevahî jinên Sûriyeyê têdikoşin

În 7 Mijdar 2025 - 03:42

Yek ji Fermandarê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Emîra Mihemed têkildarî rola jin a di nava Sûriyeyê de û parastina tevahî jinên ku li nava Sûriyeyê jiyan dikin, ji ANF’ê re axivî.

Emîra Mihemed destnîşan kir ku jinê di her warî de rola xwe lîst û bû pêşeng bû û got:"Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di her warê civakê de rola xwe dilîzin, heman demê di nava parastina jin de jî di asta herî jor de têkoşîn û berxwedaniyeke bê hempa raber dikin." Emîra Mihemed anî ziman ku ew ê bi ruhê tevahî jinan Sûriyeyê ji desthilatê rizgar bikin û got:"Gelek bangewazî ji perava Sûriyeyê û ji Suwêdayê ji me re hatin ku em wan rizgar bikin, weke YPJ deriyê me ji her jinekê re vekirî ye û bi hezaran jinên ji wan aliyan ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatin. Em bi bangewaziya wan re hatin û jin tevlî nava refên me bûn û cihê xwe di têkoşînê de girtin. Li wir tundiya rasterast dihat kirin, wan bangî me kir û me jî deriyê xwe ji her jinekê re vekir. Wê jinê jî bi îradeyeke xurt dest bi têkoşîna li dijî vê zihniyetê kir, xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo tîmar kir û dest bi têkoşînê kir."

Me qebûl nekin em jî wan qebûl nakin

Emîra Mihemed ragihand ku hikumeta niha li ser desthilatê, jinê napejirîne û got:“Yê ku me nepejirîne em jî wan qebûl nakin. Hikumeta nû ya veguhêz, jinê qebûl nake, li dijî jinê tenê qetilkirinê pêk tîne. Niha di nava hikumeta nû ya veguhêz de yek netew û yek mezheb esas tê girtin, niha di vir de çi ferq di navbera wî û rejîma berê heye? Li Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê bi yek dest û yek helwestê bi ruhê xwişk-biratiya gelan û bi ruhê berxwedaniya jinê, me civaka xwe ava kir, yên ku jinê di nava civaka xwe de qebûl neke, teqez em wan qebûl nakin."

Emîra Mihemed destnîşan kir ku di mijara entegrasyonê de YPJ xwedî xweseriyê ye û got:"Jin li her warê Sûriyeyê dikarin werin tevlî me bibin. Di projeyên me yên pêşerojê de em ê tevahî jinên li Sûriyeyê azad bikin, niha tevahî jin ji Bajarên Sûriyeyê yên cuda ber bi me ve tên û di nava me de cih digrin. Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de, cih bê dayîna azadiya jin jî, ger ne wisa be em qebûl nakin. Niha jin di her warê civakê de, ji warê rêxistinî heya warê şer li ber xwe didin, lê em van kiryarên hikumeta nû ya veguhêz qebûl nakin.’’

Em ê li her dera Sûriyeyê bin

Fermandara YPJ’ê Emîra Mihemed ragihand ku bi hezaran jin li ser fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin û got:"Ger were xwestin em ê ber bi Suwêyda û berava Sûriyeyê jî herin û jinên li wir azad bikin. Êdî em ji bo azadiya tevahî jinên li Sûriyeyê li ber xwe didin. Em ji jinên Hums, Laziqiyê û tevahî jinên Sûriyeyê re dibêjin ku em ê werin û we azad bikin. Gelek projeyên din hene em ê di demên pêş de diyar bikin, lê divê gelê me û tevahî jinên li her derê bi me re bi yek ruhî bibin yek, da ku em bi hev re Sûriyeyek ne navendî pêk bînin."

ANF/CÛDÎ ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.