Ji bo şil nebin kûlîlkan dikin sîwan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 31 Tebax 2021 - 23:56

Em mirov, carê di nav xirecira jiyana rojane de zêde hay ji derûdora xwe nînin û ji bîr dikin ku zindiyên din jî hene. Lê Ajar Setiadi yê ji Endonezyayê vê ji bîr nake û tim bala wî li ser ajalên di nava xwezayê de ye û wêneyên wan digire. Ajar Setiadi ji zorokatî ve heyranê ajalên piçûk yên wek beqan bûye. Ew li bajarê xwe Bagorê ji nav xwezayê enstantaneyên balkêş yên beqan digire û parve dike. 

Setiadi dibêje, li baxçeyê mala wî beqên wî yên kedîkirî hene û ew bi hebûna wan gelekî kêfxweş e. Setiadi dibêje, “Ez carinan li baxçe bi wan re dilîzim, gava baxçeyê xwe av didim, dihêlim ku bi kulîlkan û gulçîçekan bilîzin û li kêf bikin. Gava ew dilîzin, ez jî wêneyên wan digirim. Ev kêliyên ku digirim û dikim belge ji bo min tiştekî mucîzewî ye. Kêliyên bêhempa ne.”

Di wêneyên Setiadi de em dibînin ku du beq ji bo xwe ji baranê biparêzin, kulîlkek ji xwe re kirine sîwan û li bin kûlilkê destên xwe avêtine ser stûyê hev û nahêlin baran wan şil bike. Di hin wêneyên din de jî em dibînin ku beq direqisin û bi hev re dilîzin.

Helbet hemû wêneyên wî balkêş in lê wêneyên beqên ku xwe ji dilopên baranê diparêzin, dîmenên ciyawaz in û careke din wisa bi hêsanî nayên qefaltin. 

Setiadi jî derbarê vî wêneyî de dibêje, “Ev kêlî careke din nayê dubarekirin, ji ber ku min tenê du caran kêliyen wiha zeft kirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.