Ji bo siberojên xweş

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 22 Gulan 2023 - 01:49

  • Hilbijêrên li Berlîn û Hamburgê dengê xwe dan, bang li hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê kir da ku li dijî qedexeyan û dîktatoriyê, ew biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.   

HAKAN TURKMEN/M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG / BERLÎN

 

Ji bo dewra diduyan a hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê dengdanê dest pê kir. Bi hezaran hilbijêr li ber konsolosxaneyên li Ewrûpayê dikevin dorên dirêj da ku dengê xwe bidin. Hilbijêr wê heta 24´ê Gulanê karibin dengê xwe bidin. Li gorî hat eşkerekirin, roja pêşî ya dengdana li derveyî Tirkiyeyê 471 hezar û 734 kesan dengê xwe da. Li gorî daneyên Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirk (YSK) li konsolosxaneyan 452 hezar û 257 kesan dengê xwe da û li deriyên sînor jî 19 hezar û 477 kesan. 

Axir 3 milyon û 416 hezar hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê heta 24´ê Gulanê karibin her roj ji saet 08:00´an heta bi 22.00´yan li li 74 welatan û li 256 nuqteyên cihê dengê xwe bidin. Li deriyên sînor, hilbijêrên derveyî Tirkiyeyê wê karibin heta 28 Gulanê, saeta dengdan bi dawî bibe, dengê xwe bidin. 

 

Ji bo jiyana azad

Li paytexta Elmanyayê Berlînê 143 hezar û 800 hilbijêrên qeydkirî hene. Kurdên li eyaletên Berlîn û Sachsenê, ji bo dengê xwe bidin diçin konsolosxaneya Tirk a li Berlînê. Yek ji wan Mehmet Demir ê ji Bîrecûka Rihayê ye. Ew dibêje, “Rayên li derveyî Tirkiyeyê ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê heyatî ne.” Wî xwest her kes ji bo jiyana azad, demokratîk û şertên wekhev ên jiyanê dengê xwe bide.

Rugeş Bagok ê 53 salî ji ber nexweşiyê bi zor dimeşe. Ew jî ji Leipzigê çûye Berlînê. Ew dibêje, “Lazim e ji bo bidawîkirina rejîma heyî ya AKP-MHP´ê em raya xwe bidin. Xelkê me yê li derveyî Kurdistanê, xweşhal in, nizanim çima nayên dengê xwe nadin.” 

 

Hilbijêran dibin ser sindoqan

Wezîfedara sindoqê ya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Berlînê Mehtap Erol jî got, “Lazim e weke gelên ku alîgirên demokrasî û azadiyê ne, em ji bo jiyana azad dengê xwe bidin. Kesên ku nikarin xwe bigihînin konsolosxaneyê, seqet, nexweş, ew dikarin xwe miracaetî Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd (NCDK) bikin. NCDK wê wan ji malên wan bigihînin konsolosxaneyan.”

 

Derî bi derî mal bi mal

Doh li ber konsolosxaneya Hamburgê jî doreke dirêj çêbû. Yek ji kesên ku dengê xwe li Hamburgê da jî hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç bû. Wî got, “Em ê derî bi derî bigerin û xelkê bibin ser sindoqan da ku dengê xwe bidin. Her dengê ku em ê bidin wê me bibin wesîle ku em ber bi siberojên xweş ve biçin.” 

 

Maşîn amade ne

Serokê Komeleya Elewî ya Neu-Munsterê Erdogan Biçici jî da zanîn ku wan ji bo ku hilbijêran bibin ser sindoqan 2 otobus, minîbuseke 9 kesî û 2 wesaîtên şexsî amade kirine. Wî got, “Ji bo ku xelk dengê xwe bide em her derfetê didin. Her kes bila destê xwe deyne ser wicdanê xwe û ji bo siberoja zarokên xwe raya xwe bide. Nexasim jî Elewî lazim e derfetên xwe seferber bikin û raya xwe bidin Kılıçdaroglu.” 

 

Ji bo hilweşandina hukmê zilmê

Îhsan Mereto li bajarê Kielê û derdora wê di xebatên hilbijartinê de çalak cihê xwe digire. Wî got, “Ji bo ku dawiya hefteyê xelk dengê xwe bide me ji bo Kiel û Neu-Munsterê 4 otobus, minibusek û wesaîtên şexsî hazir kirin. Wekî din ji bo ku ji Luebeckê em hilbijêran bibin ser sindoqan jî me du otobus kirê kirin.” Mereto got, her raya ku nayê dayîn li kêra rejîma AKP-MHP´ê tê û xwest ji bo hilweşandina hukmê zilmê her kes dengê xwe bide. 

 

Em biryarê didin

Rojnamevan Adîl Yigit jî ji mêj e sirgûn e. Ew li Hamburgê rojnameya Avrupa Postasi derdixe. Wî got, “Gelo em jiyana demokratîk dixwazin yan gelo em jiyaneke di bin siyas dîktatoriyekê de bi qedexe û hepsê bi dawî dibe dixwazin? Em ê biryara vê bidin. Ji ber wê jî, lazim e em têbikoşin û derî li demokrasiyê vekin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.