Li bajarê Fransayê Strasbourgê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û li dijî siyaseta tecrîdkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, çalakiya rûniştinê kete hefteya xwe ya diduyê. Her hafte komeke ji 30 kesan çalakiyê dewr digire û 4 hefteyan Kurdistyaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê di çalakiyê de tên cem hev.
Çalakî bi pêşengiya TJK-E û KCDK-E'yê bi slogana “Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye. Dem Dema Azadiye ye!” pêk tê. Çalakiyê 12'ê Gulanê destpê kiribû.
Di koma vê hefteyê de Ayvaz Ece ji Wuppertalê jî cihê xwe digire. Sê zarokên Ayvaz Ece hene; 8, 11 û 13 salî ne. Ew dibêje, “Ji bo siberoja azad a zarokên me divê em hemû tecrîdê bisikînin, pêşiyê li dagirkerî û qirkirinê bigirin.”
STRASBOURG