Êzîdiyên li Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li Şengalê ji 13 heta 19'ê Adarê her roj li gelek bajarên Elmanyayê wê meş, mîtîng û civînan li dar bixin. Koordînasyona Civaka Êzîdî bang li tevahiya gelê Kurd kir ku tevlî çalakiyan bibin. 

Di daxuyaniyê de peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ya rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li dijî Şengalê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku xêrnexwaz dixwazin careke din fermanê li wan rakin, dixwazin komkujiyê li wan bikin. Bi lihevkirina Enqere, Bexda û Hewlêrê re, qirêjiya wan roj bi roj eşkere bû. Çi ji destê wan hat kirin, lê nekarîn berxwedana Şengalê têk bibin.

Werin em êdî ji ferman û komkujiyan re bêjin Na. Roj roja xîretê ye, roja yekîtî û tifaqê ye. Roja xwedîderketina li Êzidxanê yê, roja daketin qadan e."

Koordînasyonê bang li Kurdan hemûyan û dostan kir û da zanîn ku ji sibê û pê ve dest bi çalakiyên xwe dikin û wê heta 19ʼê mehê dewam bikin.

Li gorî vê, îro Bîelelfd, Hannover, Berlîn, Oldenburg, Munster, Wesel, Emmerich, Duisburg, Saarbrucken û Bremenê meş hene, sibê jî li Celle, Bielefeld, Wesel, Emmerich, Bremen û Saarbruckenê jî civîn hene. 15ʼê Adarê jî li Hannover, Bielefeld, Wesel û Emmerichê mîtîng û li Celle jî meş hene.