Çawa ku şeva din nûçe hat ragihandin, hêzên Iraqê li ser daxwaza PDK û dewleta Tirk Asayîşa Şengalê ji Şengalê derxînin, Kurdistaniyên li Ewrûpayê, nexasim jî ciwan ketin nava tevgerê. Li Franse, Celle, Cenêv, Ingilistan, Marsîlya û Berlînê pêk hatin. Di çalakiyan de hem êrişên li ser Şengalê hatin şermezarkirin û azadiya Rêber Apo hat xwestin.

Li dijî gef û êrişên gengaz ên hikumeta Iraqê yên li ser xelkê Şengalê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê meşek li dar xistin.

Ciwan bi vê armancê li qada Belle de Maî li hev civiyan û tevî wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK'ê meşiyan û dirûşmên bi Kurdî û Fransî yên "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo" û "Lîberte poûr Ocalan" gotin.

Ciwanan her wiha meşale jî vêxistin û heta ber Navenda Civaka Demokratîk meşiyan, piştre daxuyaniyek dan.

NAVENDA NÛÇEYAN