Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê, ji bo statuya Şengalê, li Elmanyayê dest bi çalakiyên konvedanê dikin. Bi vê armancê wê ji bo 3 rojan li bajarên Oldenbûrg û Kleveyê yên Elmanyayê kon bên vedan. 

Bi navê Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî, Hevgirtina Ciwanên Êzîdî, Meclîsa Şengalê ya li derveyî welat, Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzîdyan, Hevbendiya Êzîdiyên Sûrî, Navenda Çanda Êzîdiyan û Sîwana Meclîsên Gundên Êzîdiyan, Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku civaka Êzîdî di serî de li Şengalê, li her deverê li dijî peymana Hewlêr-Bexda-Enqere ya ji bo têkbirina vîn û rêveberiya Êzîdiyan li ber xwe didin. Di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin ku konê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Êzîdxanê hatiye vedan, ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe 85 roj li pey xwe hiştiye û bi biryardarî dewam dike.

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzîdî ya li Ewropayê hate ragihandin ku ji bo parastina rûmet, îrade û statuya Şengalê ew jî dest bi rêzeçalakiyên dorveger dikin.

Li gorî daxuyaniyê wê di navbera 25-27'ê Sibata 2021'ê de li bajarê Oldenbûrgê yê Elmanyayê, di navbera 4-6'ê Adara 2021'ê de jî li bajarê Kleveyê kon bê vedan.

Di daxuyaniyê de bang li civaka Êzîdî û dostên wan hate kirin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin û hebûna civaka Êzîdî û siberoja wan biparêzin.

NAVENDA NÛÇEYAN