Ji bo şanoyê nifşekî nû divê

Nûçeyên Çand/Huner

În 3 Îlon 2021 - 04:09

EYLEM AKDAG
MA/AMED

Şanoya Bajêr a Amedê, amadekariyan dike da ku perwerdeya şanoyê ya bêpere bide. Atolyeya ku hatiye plankirin di demeke nêz de dest pê bike, wê bi alîkariya Înstîtuya Goethe bê dayîn. Kontenjana atolyeyê bisînor e û wê tenê 20 kesên temenê wan di ser 18 salan de jê sûdê wergirin. Mohleta miracaetan 13'ê Îlonê ye. Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yavûz Akkûzû derbarê xebatên atolyeyê û hedefên xwe de axivî.

Yavûz Akkûzû, qala xebatên xwe yên şanoyê yên piştî dagirkeriya şaredariyê bi qeyûman kir û got, ji ber ku pêdiviya şanoya Kurdî bi nifşekî nû heye, wan atolye hewce dîtiye: "Mixabin bi tenê li Amedê em dikarin bi awayekî birêkûpêk şanoyê bikin. Em dixwazin ev kargeh bi xwendekaran re hêzê çêke û piştî wê karibin şanoya xwe ava bikin. Em dixwazin ji bo xwe meydanekê ava bikin.”

Perwerde profesyonel e

Yavûz Akkûzû got, atolye wê heta biharê bi qasî 7-8 mehan bidome û li ser naveroka wê jî ev agahî dan: "Şanoya Bajar a Amedê di nav qadroya perwerdeyê de ye. Dersên rîtm û şanê Ma Mûzik dê bide. Lê dersên mîna pandomîn, clown, nivîskariya drama, maske, çêkirin û leyîstandina bûklanî hene, ji wan re profesyonelî divê. Di van dersan de jî perwerdekarên profesyonel dê bibin alîkar. Her meh herî kêm 2 atolye wê hebin. Ders hemû bi duberebûnê wê dewam bikin. Bi vî awayî serwextiya xwendekar a têkildarî beşan dê pêk bê. Bi vî awayî binesaziya Konservatûwara Bajar dê bê çêkirin. Belkî heta çend salan weke kursan bidome. Heke di demên pêş de em qada xwe ya perwerdekaran berfireh bikin, dibe ku em derxin heta 3 salan jî. Dawiya hefteyê 3 rojan di nav hefteyê de jî evarê em dê kursan bidin."

Kurdî wê bibe esas

Têkildarî zimanê perwerdeyê jî Akkûzû got, bêyî redkirina Tirkî, bi giranî zimanê perwerdeya atolyeyê dê bi Kurdî be: "Ji bo xurtkirina şanoya Kurdî ziman xaleke esasî ye. Dema hilbijartina xwendekaran, yek ji şertên girîng wê Kurdî be. Lê heke kesekî serketî hebe û em dev jê bernedin, em ê Tirkî jî bigirin nav xwe û ji bo bipêşketina Kurdiya wê/wî, zorê bidinê. Her wiha hin perwerdekarên ku ji derve tên, bi Kurdî nizanin. Lewre wê hin atolye bi Tirkî bin."

Li dijî bişaftinê helwêst

Yavûz Akkûzû, diyar kir ku elaqeya ji bo atolyeyê zêde ye û ev agahî dan; "Kesên ku neyên hilbijartin jî bila têkiliya xwe qut nekin û dersên teoriyê bigirin. Ev ders dê li her kesî vekirîbin. Dersên teoriyê yên mîna Dîroka Şanoya Kurdî, Dîroka Şanoya Cîhanê û Lêkolîna Lîstikê hene. Beşdarbûna girîng e. Em dê bi her awayî têkiliyê bi wan re deynin. Dema lîstikên xwe yên qerebelix, dibe ku em gazî wan bikin. Em dixwazin têkiliyên xwe qut nekin."

Di dawiya axaftina xwe de Akkûzû, bal bire ser astengkirin û qedexeya zimanê Kurdî û girîngiya şanoya bi zimanê Kurdî û got, divê bi awayekî pratîk li dijî bişaftinê helwêst bê nîşandan.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.