• Bêrîvan Budakbeyoglu: Pandemî zorê li me şanogeran dike, lê projeyeke me heye, heger bê qebûlkirin, em ê Tiyatro Mencel berfireh û nû bikin. Yekane daxwaza me ev e ku lîstik bi awayekî azad bên lîstin.

Pêvajoya pandemiyê gelek tesîr li şanogeran kir. Lîstikvana Tiyatro Mencelê, Berîvan Budakbeyoglu diyar kir ku ji ber pandemiyê lîstikên wan nîvco mane û got: “Em hêvî dikin ku piştî pandemiyê em xebatên xwe yên Mencelê mezin bikin û bi awayekî azad derkevin ser dikê.” 

Şewba ji ber vîrusa koronayê tesîr li huner û sehneyan jî kir. Şano, sînema û konser bi awayekî fîîlî hatin qedexekirin. Hinek şanoyên taybet ji ber ku piştgiriya wan nehat kirin, ji ber bac, prîm û kirê, hatin ber girtinê. Bêguman şanoya kurdî jî bêhtir bi van pirsgirêkan re rûbirû bû. 

Tiyotro Mencelê sala 2017’an ji bo hunerê alternatîf bike li Wanê hatibû damezrandin. Heft şanogeran ev kom hingê ava kiribû. Pêvajoya pandemiyê gelek zirar lê kir. Ji Tiyatro Mencelê ya ku bi giranî lîstikên Kurdî derdixe ser dikê, Bêrîvan Budakbeyoglu derbarê pêvajoyê de axivî.

 

Hin karên şanoyê nîvco man

Bêrîvan Budakbeyogluyê destnîşan kir ku elaqeya ji lîstîkên Tiyatro Mencelê re zêde ye, lê ji ber krîza koronayê, neçar mane perdeyên xwe, sehneyên xwe bigirin û wiha pê de çû: “Me xwest em şanoyeke alternatîf çêkin. Di warê hunerî de her kes dizane ku qezencek baş nîne. Nexasim jî li Tirkiyeyê. Dema mirov li ser dikê fikrên xwe bi rehetî îfade bike, wê demê bala desthilatdaran dikişîne ser xwe. Lê tevî wan zext û zordariyan, me şanoya xwe kir. Bandoya şanoyê li ser civakê heye û em dizanin bi vê bandorê re tiştên xweş dertên holê. Ji ber pandemiyê gelek lîstikên me nîvco man. Yek ji van, lîstikeke me promiyera wê di 8’ê Adarê de bû. Ew jî nîvco ma. Niha bernameyeke me ya televîzyonê heye. Şanoya Mencel, Amed, Teatra Jiyana Nû û Şanoya Yekta Hêvî bi hev re bernameya ‘Hinek Henek’ çêdikin.”
 
Mencel wê bê mezinkirin

Bêrîvan Budakbeyogluyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya pandemiyê atolyeyên me yên ji bo zarok û mezinan hebûn. Di vê pêvajoyê de me navber da karê xwe. Me berê atolya zarokan çêkir. Projeyên me yên li ser ‘atolya kukla û rîtmê’ û drama zarokan hene. Pandemî biqede yan jî hinekî sivik bibe, ev atolye wê bidomin. Pandemî zorê li me dike, lê projeyeke me heye, heger bê qebûlkirin, em ê Tiyatro Mencel berfireh û nû bikin. Yekane daxwaza me ev e ku lîstik bi awayekî azad bên lîstin.” 

JINNEWS/WAN