Ji bo Rojava şanoya kolanan

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Îlon 2021 - 02:58

ZANA DENIZ / ANHA/QAMIŞLO

Komuna Şanoyê ya li Qamişloyê dixebite, lîstikên xwe li kolanan nîşan bide. 

Lîstikvanan li bazara Qamişloyê, li Rimêlan, Girkê Legê, Amûdê û Dirbesiyê lîstikên xwe nîşan dan. Li van bajaran gel elaqeyeke mezin nîşan da. Ji lîstikvanên Komuna Şanoyê Kawa Fettah got, ew hewl didin lîstikên xwe bibin gundan jî û şanoya kolanan ji bo wan nû ye. 

Komuna Şanoyê 27’ê Îlona 2018’an hate damezirandin. Li gel lîstikên Serwer, Çiyayê Kurmênc, Qîrîna Waşokanî û Giyanên Şawîtî, komê 8 lîstikên şanoyê li ser dikan nîşan dane. 

Kawa Fettah li ser xebata şanoya kolanan wiha axivî: “Bi vê xebatê me xwest ku em peyama xwe bigihînin raya giştî. Me şanoya xwe ya kolanê bi şêwaza skeçeke 13 deqîqeyan li Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbesiyê û Amûdê nîşan da. Em dixwazin lîstika xwe bibin gundan jî.”

Kawa Fettah der barê naveroka lîstikê jî got, “Birayek ji ber meseleya zeviyê neheqiyê li birayê xwe yê din dike û zevî parçe dikin.

Yê herî zêde sûdê ji vî halî digire, axayê gund e. Axa dikeve navbera her duyan û fesadiyê dike. Piştre birayek, birayê din gulebaran dike. Ji bo rewşên bi vî rengî bisekinin, me lîstikeke bi vî rengî çêkir.”

Kawa Fettah got, wek Komuna Şanoyê cara yekê ye ku wan lîstikên xwe derxistine kolanan û lîstikên bi vî rengî kêm caran li Rojava dihatin lîstin: “Bi vê lîstikê em dikarin rasterast bibînin ku peyama me di nava gel de ji re xwe bersivek dîtiye. Dema me li Qamişloyê nîşan da jî, elaqeyê em matmayî hiştin. Vê elaqeyê li cihên din jî dewam kir. Baldarîya li kolanan ji ya li dikan û holan zêdetir e. Li holan temaşevan jixwe tên li me temaşe dikin, lê belê mirovên di kolanan re derbas dibin ji nişka ve hemû bala xwe didin me. Heta niha ji ber ewlehî û sedemên din me nedikarî lîstikên kolanan bilîzin. Ji bo me girîng e ku em lîstikên li kolanan bidomînin û li gelek cihan bi temaşevanan re werin ba hev. Em ê lîstikên xwe bibin gundan jî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.