Ji bo Rojava qadan naterikînin
Sêşem 6 Çile 2026 - 03:55

- Li bi dehan navendên Ewrûpa, Skandînavya û tevahî cîhanê, Kurd û dostên wan herikîn qadan êrişên li dijî Şoreşa Rojava rûreş kirin û peyam dan ku ew li rex xelkê Rojavayê Kurdistanê ne.
Bi sedhezaran Kurd û dostên wan ev bi rojane li seranserî cîhanê qadan dadigrin û bi durşme û peyamên xwe piştgiriya xwe bi Rojavayê Kurdistanê tînin ziman.
ELMANYA
Li bajarê Koln ê Elmanya, zêdetirî sed hezar Kurd û dostên wan li dijî êrîş û gefên qirkirinê yên li ser Rojava meş û mîtîngek li dar xistin. Çalakî ji aliyê NRW FED-MED ve hate organîzekirin û bi meşek mezin ji navendên bajêr dest pê kir. Kurdan bi pankart û dirûşmeyan dengê xwe bilind kirin û ji bo Rojavayê Kurdistanê statu xwestin.
Li bajarê Kielê Elmanya, ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li Rojava, mîtîngek girseyî hate lidarxistin. Çalakî di saet 14:00’an de li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Kielê (HBF) hat lidarxistin, gelek Kurdên li bajêr dijîn û kesên ku hevgirtinê nîşan didin, beşdar bûn.
Li bajarê Mannheimê jî, bi hezaran Kurd û dostên wan ji bo nîşandana piştevaniya xwe bi Rojava re daketin kolanan. Meş li Schlossm dest pê kir û heta Altefeuerwache berdewam kir. Beşdaran dirûşmeyên ku piştgiriya xwe ji bo Efrîn, Kobanî û Rojava tekez kirin, berzkirin.
Li bajarê Mainz jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û piştgiriya Yekîtiya Komaleyan a Rhein Main û dostên Elman, mitîngek hate lidarxistin. Nêzî sê hezar kes tevlî mitîngê bûn.
Li bajarê Munih bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê meşekî girseyî hate lidarxistin. Saziyên Elewî, rêxistinên çep ên Tirkiyeyê, Pariya Çep (Die Linke), MLPD û gelek saziyên enternasyonalîst tevlî meşê bûn.
Li bajarê Lubeckê jî êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi meşekî girseyî hate protestokirin. Gelê Kurd û dostên wan li pêşiya Lindenplatz (Am Bahnhof) li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşan dan.
Li Opernplatz a Hannover a Elmanya ji bo piştgiriya bi Rojava re meşek girseyî hate lidarxistin. Zêdetirî 15,000 kes beşdarî çalakiyê bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku bêdeng nemînin.
Li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî, dostên wan û enternasyonalîst ji bo protestokirina êrîşên çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser Rojava daketin kolanan. Girseya ku li Kurfurstendammê kom bû, bi dirûşmeyan dest bi meşê kir. Bi hezaran kes beşdarî meşa ku ji hêla Nav-Berlîn, Konseya Jinan a Destdan, Feda Berlîn, Jinên Ciwan Berlîn, KJAR Berlîn, Kongra-Star Berlîn, Civaka Îslamî ya Berlîn, Ciwanên Berlîn, Navenda Çanda Rojava û Konseya Jinan a Êzîdî ya Berlînê hat lidarxistin bûn.
Li Hamburg, ji bo protestokirina komkujiyên sivîlan li Rojava ji aliyê çeteyên HTŞ’î ku ji aliyê Tirkiyeyê ve têne piştgirîkirin û silavkirina şoreşa Rojhilat meşek girseyî hate lidarxistin. Meş li Hauptbahnhofa Hamburgê dest pê kir.
Li Bremenê bi beşdariya deh hezaran kesan li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Girseya ku li ber Îstasyona Trenê ya Bremen (HBF) kom bû, beşdarîyek xurt ji dostên enternasyonalîst û sazî û rêxistinên Kurd dît. Meş li ber Parlamentoya Bremen bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.
Li Freiburgê bi beşdariya deh hezaran kesan meşek hate lidarxistin. Meşa ku gelê Kurdistanê û dostên wan beşdar bûn, peyamên xurt li dijî şerê li Rojava ragihand. Meşa ku bi qasî du saetan dom kir, bi dirûşmeyên ku ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin berzkirin bi dawî bû.
Li Marktplatzê yê Karlsruhe bi beşdariya bi sedan kesan ji bo piştgiriya Rojava meş hate lidarxistin. Beşdarên ji bajarên cûda bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava û peyamên hevgirtinê şandin.
Li Saarbruckenê, di çarçoveya 47’emîn Festîvala Fîlman a Max Ophuls de, Kurdistanî li ber avahiya E-Werk nobed girtin. Nêzîkî 70 kesên ku piraniya wan jin bûn, bi al û pankartên Rojava bal kişandin ser rewşa Rojava.
Bi hezaran Kurd û dostên wan li Erfurtê kom bûn, êrîşên çeteyên HTŞ’ê ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin protesto kirin. Bi hezaran kes li stasyona trênê ya navendî ya Erfurtê kom bûn û ber bi Domplatzê ve meşiyan.
Bi hezaran kes ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin li Parka Rabet a Leipzigê kom bûn. Di xwepêşandanê de alên YPG-YPJ û Kurdistanê, her wiha pankartên ku komkujiyên HTŞ nîşan didan hatin hildan.
Li Munîhê, Kurdistanî û dostên wan mîtîng û meşên xwe yên rojane li dijî êrîşên li ser Rojava berdewam kirin. Bi hezaran kes li Qada Gartnerplatz kom bûn û ber bi navenda bajêr ve, bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî YPG-YPJ" meşiyan. Nêzîkî 5,000 kes beşdarî çalakiyê bûn, alên YPG û YPJ’ê hilgirtin.
FRANSA
Li Nantesê êrîşên li ser Rojava bi meşekê ku bi hezaran kes beşdar bûn hatin protestokirin. Meşa ku li Qada Place du Commerce dest pê kir, heta Place de Royal berdewam kir.
Li Brestê bi dirûşmeya "Rojava biparêze, hevgirtina bi gelê Kurd re xurt bike” ji bo piştgiriya berxwedana Rojava li Qada Liberté xwepêşandanek hate lidarxistin. Di xwepêşandana, ku beşdariyeke mezin ji Kurdan pêk hat, nûnerên rêxistinên ku piştgiriyê didin gelê Kurd jî beşdar bûn. Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn ji bo birîna porê şervanek jin a Kurd a dîlgirtî ji hêla çeteyekê ve protesto bikin, porê xwe hunandin.
Li bajarê Mulhouseyê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan meşek li dar xistin û êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava protesto kirin. Girseya ku li Place de la Bourse kom bû dirûşmeyên "Rojava rûmet e", "Bijî berxwedana Rojava", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.
Li Draguignanê bi hezaran Kurdistanî bi dirûşmeya "Îro ji bo Rojava roja rûmetê ye" meşiyan. Girse bi pankart û dirûşmeyan li navenda bajêr meşiya û berxwedana Rojava silav kir. Piştre li ber avahiya Walîtiyê daxuyanî hat dayîn.
Li Rennesê bi beşdariya Kurdistanî û ciwanên enternasyonalîst xwepêşandan hate lidarxistin û êrîşên li ser Rojava û polîtîkayên dijminatiya jinan ên komên cîhadîst hatin protestokirin. Di xwepêşandanê de jinan porê xwe hunandin. Girseyê bal kişand ser krîza mirovî ya li herêmê û daxwaza vekirina korîdorek mirovî ji Fransayê ber bi Rojava û organîzekirina karwanên alîkariyê kir.
Li Montpellier a Fransayê tevî barana zêde bi beşdariya hezaran kesî ji bo piştgiriya Rojava meşek girseyî hate lidarxistin. Beşdaran êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyamên hevgirtinê dan. Meşa ku gelê Kurd û piştgirên navneteweyî anî cem hev, bi dirûşme û pankartan berxwedana Rojava silav kir.
Li Toulouse ya Fransayê bi pêşengiya ciwanên Kurd protestoya sê rojan a konvedan û standê har lidaxistin. Di tevahiya rojê de, belavok hatin belavkirin, kampanyayên agahdarkirinê hatin lidarxistin.
Li bakurê Fransayê Lille ji bo protestokirina êrîş û komkujiyên li dijî Rojava li ber Place de la République xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Kurdistaniyên ji Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê û Qefqasyayê, ligel gelek dostên Fransî, li qadê kom bûn.
Li bajarê Strasbourgê yê Fransayê, êrişên çeteyên cîhadî yên di bin banê HTŞ’ê de û dewleta Tirk ên li ser Rojava û hewldanên komkujiyê yên li dijî gelê Kurd, bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Bi hezaran kes bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û dostên wan, li Place Dauphineyê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di dema meşê de diruşmên ku balê dikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê hatin berzkirin. Girse bi diruşmên “Yek e, yek e, Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer Colanî, kujer Erdogan” ber bi navenda bajêr ve meşiyan.
SWÎSRE
Li Bellinzona ya Swîsreyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne piştgirîkirin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Hejmareke mezin Kurd û Îtaliyan li ber Îstasyona Trenê ya Bellinzona kom bûn û bi dirûşmeyan êrîş protesto kirin.
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, li dijî êrîşên li ser Rojava bi tevlîbûna gelê Kurd, rêxistin enternasyonalîst ên dost û partiyên siyasî yên cuda, daxuyaniya çapemeniyê û meş hate lidarxistin. Girseya ku li Qada St. Laurentê li hev kom bûn, peyamên piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava dan û banga rawestandina êrîşên li herêmê kirin.
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kesî êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di seranserê çalakiyê de atmosfereke bi coş û biryardar hebû û peyamên piştgiriya bi gelê Rojava re derketin pêş.
BELÇÎKA
Li bajarê Eupen ê Belçîkayê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê li ser Rojava bi çalakiyeke hate protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Meşa ku ji Rathausê destpê kir, heta Werthplatzê dewam kir. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên, “Jin, Jiyan Azadî”, “Rojava” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Li bajarê Anvers ê Belçîkayê, saziyên jinên Kurd û rêxistinên jinan ên dost êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Di axaftinên çalakiyê de îşaret bi êrîşên li Rojava û parastina destkeftiyan hate kirin. Her wiha hate destnîşankirin ku şoreşa jinan ji bo hemû cîhanê hêvi ye.
SWÊD
Paytexta Swêd Stockholmê şahidiya yek ji mezintirîn meş û mîtîngên salên dawî kir. Di xwepêşandana ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ’ê li ser Rojava hate lidarxistin de bi hezaran Kurdistaniyên ji her çar beşên Kurdistanê yên li Swêdê dijîn anîn gel hev.
Di dema meşê de, xelkê Swêdî jî bi çepikan piştgirî dane gelê Kurd.
Li Goteborgê jî bi beşdariya ji her çar parçeyên Kurdistanê, mîtîngek hevgirtinê ji bo Rojava hat lidarxistin. Mîtînga ku piraniya wan ciwan bûn hêrsa xwe ya li dijî êrîşên li ser Rojava nîşan dan. Beşdaran tevî polîsan destûra fermî neda jî meşiyan û biryardariya xwe nîşan dan.
ÎTALYA
Li paytexta Îtalya Romayê û zêdetirî 20 bajaran, bi hezaran kes êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Di çalakiyan de bang li parastina nirxên şoreşê, vekirina korîdora mirovî û şermezarkirina bêdengiya navnetewî hate kirin.
HOLLANDA
Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi pêşengiya DemNed û Meclîsa Gel a Kurd a Amsterdamê, bi deh hezaran kes daketin qadan. Beşdarên ji çar parçeyên Kurdistanê, Elewî, Durzî û piştgirên navneteweyî bi dirûşmeya, “Bijî Berxwedana Rojava” piştevanî hate nîşandan.
AVUSTURYA
Li Viyanayê nêzî 15 hezar Kurdistanî û dostên wan li Votivparkê civiyan. Beşdaran bi cil û bergên neteweyî li qadê cih girtin, pankart vekirin û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.
Li ber Hauptbahnhof’a Salzburg’ê nêzî 2 hezar kes kom bûn û qirkirina li Rojava protesto kirin. Bi pankart, al û daxwaznameyan kortêj hate çêkirin, li pêş jin û zarok hebûn.
Li bajarê Feldkirch ê eyaleta Vorarlberg a Avusturyayê, RKP û Komeleya Çanda Sara meşa “Defend Rojava” li dar xist. Kurd û dostên wan ji Bahnhofsplatz ber bi Marktplatz ve meşiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin.
Li Hauptbahnhof’a Graz’ê bi sedan Kurd kom bûn da ku balê bikşînin ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava. Nêzî 1500 kes bi dengekî bilind dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd yek e”, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê” û “Terorîst Erdoğan, Terorîst Colanî” berzkirin.
Li bajarê Bozenê yê eyaleta Başûrê Tîrolê ya Bakurê Îtalyayê, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Piştî gelek salan cara yekem e ku Kurd li Bozenê ji bo Rojava dîsa çalakiyekê li dar dixin.Kom li Piazza Mazziniyê civiyan û daxuyanî li ser Rojava hatin xwendin. Di çalakiyê de jinan keziyên porê xwe çêkirin û peyama berxwedanê dan.
NAVENDA NÛÇEYAN










