Ji bo Rojava li berxwe didin

Şemî 31 Çile 2026 - 03:30

Şêniyên Dêrikê girîngî da sekna li kêlka YPJ û QSD'ê, berdewamiyaa têkoşîna li ser metoda şehîdan û got ew ji bo parastina herêmê, nasnameya Kurdî li dijî her metirsiyekê amade ne.

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rojava şermezar kirin.

Welatiya bi navê Leyla Elî anî ziman ku bêdengiya navneteweyî li hemberî êrişên çeteyên hikûmeta demkî li ser Rojava hevkariyeke nerasterast e.

Leyla Elî destnîşan kir ku, ew bi xaka xwe ve girêdayî ne, parastina deverên xwe dikin û rê nadin kes zirarê bigihîne wan.

Îlem Murad jî da zanîn ku pêwîstî bi sekna li kêleka YPG û YPJ'ê heye, li ser şopa şehîdan, bi taybetî şehîd Arîn Mîrkan, têkoşînê bidomînin.

Şaban Faris jî diyar kir ku qonaxa niha ji bo diyarkirina rewşa gelê Kurd pir girîng e, ji bo avêtina gavên pratîkî û dîrokî ya îspatkirina nasnameya Kurd li Rojava û parastina destkeftiyên Şoreşa şefeqa azadiyê derfetek e.

ANHA/QAMIŞLO/KELSÛMA ELÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.