Ji bo Rojava herikîn meydanan

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:50

  • Li Barcelona, Atîna, London û bajarên Fransayê Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê li meydanan in.

Li seranserî cîhanê Kurdistanî û dostên wan ji dema êrişên dijî Rojava dest pê kirine ve li dijî van êrişan û zihniyeta qirkir li qadan in.

Barcelona

Li Barcelonayê, di pêşengiya Civaka Kurd a Barcelonayê ji bo êrîşên li ser Rojava şermazer bikin û di derbarê rewşa dawî ya Rojava de agahî bidin panelek lidar xistin. Sedan kes tevlî panelê bûn û di panelê de nîqaşên girîng hatin meşandin. Di panelê de sernûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jenkîdar û endama Akademiya Jinelojiyê Nora Merîno axivîn.

Atîna

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, Kurdistanî, şoreşger û komên piştevaniyê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û gefên li ser Kobanê, meşek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Atinayê pêk hat.

London

Li Londonê, bi hezaran Kurdistanî wekî berdewamiya çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava, li pêşiya stasyona Dalston Junctionê kom bûn.

Brighton

Li bajarê Brighton ê Îngilîstanê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst, li Churchill Square li hev civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseyê bang li Îngilîstanê kir ku li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê bikeve tevgerê.

Brest

Li bajarê Brestê yê Fransayê bi armanca piştgiriya Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Gelê Demokratîk a Brestê hat organîzekirin, li Meydana Place de Liberté dest pê kir, li dirêjahiya kolana Rue Siam berdewam kir û li herêma Recouvrance bi axaftinan bi dawî bû.

Nantes

Li bajarê Nantesê yê Fransayê, Kurdistanî û derdorên piştgiriyê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û planên tasfiyeyê daketin qadan. Bi hezaran kesên ku saet di 15.30’an de li Meydana Commerce civiyan, bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava” daxwazên xwe anîn ziman.

Rennes

Li bajarê Rennesê yê Fransayê, îro zêdetirî 1000 kesî beşdarî meşa li dijî êrîşên ser Rojava bûn. Çalakî li Place du Colombier bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi Fransî dest pê kir. Hat gotin ku hedefgirtina sivîlan û zarokan “sûcê şer” e.

Mulhouse

Li bajarê Mulhouseê di 31ê Rêbendana 2026'an de bi hezaran kes bi dirûşma “Rojava Biparêze û Xwedî Lê Derkeve” civiyan. Meş bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Beşdaran alayên YPG, YPJ û herêma Kurdistanê hildan û bal kişandin ser sûcên HTŞ/DAÎŞ’ê yên li dijî mirovahiyê.

Besançon

Li bajarê Besançonê bi hezaran kes ji bo piştgiriya Rojava li qadan bûn. Meşa ku bi pêşengiya jin û ciwanan birêve çû, veguherî mîtîngekê. Beşdaran sloganên “Bijî Yekîtiya Gelê Kurd” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Rojava ji bo demokrasiya herêmê û azadiya jinê modeleke bêhempa ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.