Ji bo Rêberê xwe jiyan sekinandin

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 02:50

Şêniyên Qamişlo û Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşiyan. Li Qamişloyê bi hezaran kes li dijî komploya 9'ê Cotmehê li hev civiyan. Meşa ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî hate lidarxistin ji Xaçerêya Osman Sebrî ya li Qamişloyê destpê kir. Ji bajarên Til Koçer, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê yên Kantona Cizîrê bi hezaran Kurd, Ereb, Suryan, nûnerên partiyan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê tevlî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd", "Bi ruhê berxwedana zindanan em ê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin", "Azadiya Serok Apo azadiya gel e", "Em komploya navneteweyî şermezar dikin û banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin" hatin hildan. Di dawiya meşê de li Xaçerêya Rûbar mîtîng hate lidarxistin.

Gelên li Hesekê jî bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meşiyan. Bi hezaran kes ji Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Til Berak û Şedadê ji bo şermezarkirina komployê ber bi Hesekê ve çûn. Meşa ku gaziyên şer, jinan û oldaran pêşengî jê re kirin ji Qada Şehîd Arîn Mîrkan destpê kir. Meşvanan pankartên bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re", "Na ji komploya navneteweyî re, erê ji azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan re" hildan. Piştî meşê li Qada Xito mîtîng hate lidarxistin.

Di mîtîngan de, heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, peyama têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.