Hêzên dewleta Tirk, nûçegihanê Evrenselê, Volkan Pekal, dema li herêma erdhejê dîmen digirtin, kirin nezaretê. 

Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Volkan Pekal gava li Nexweşxaneya Bajêr a Edeneyê dîmen digirtin, bi hinceta ku "bê destûr dîmenan digire" hat girtin. Polêsan dewleta Tirk Pekal bir navenda polêsan a li nexweşxaneyê û piştî îfadegirtinê ew berdan. 

Li gorî rojnameya Evrenselê, polêsan ji Volkan Pekal re gotiye, dîmengirtin ji aliyê walîtiyê ve hatiye qedexekirin. Pekal jî ji polêsan xwestiye ku biryarê nîşanî wî bidin, li ser vê polêsan gotiye, "talîmata devkî heye." 

MA/EDENE