Ji bo piştgiriyê em hemû bibin şervan

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:20

Çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê bang li PDK’ê kirin ku di demek zû de deriyê Sêmalka veke û gotin; “Ne tenê alîkariya aborî, divê ji bo piştgiriya Rojava em hemû bibin şervan.”

Piştî ku di 8’ê Kanunê de rejîma Esed ruxiya, komên çete û dewleta Tirk jî êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê zêde kir. Dewleta Tirk dixwaze tevahî Rojavayê Kurdistanê dagir bike û destkeftiyên Kurdan ji holê rake. Derbarê metirsiyên heyî û alîkarîdayîna ji bo Rojavayê Kurdistanê, çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê axivîn.

Rojnamevan Siware Mehmud da zanîn ku helwesta gelê Başûr a ji bo Rojava girîng e û got; “Mixabin malbata Mele Mistefa Barzanî li her cihê ku pêwîstî bi yekîtiyê heye, rê lê digire. Niha jî PDK’ê deriyê Sêmalka bi hêceta tê nûkirin, girtiye. Ev tenê hêceteke, bivêre dixwazin gelê Kurd ji Başûrê Kurdistanê alîkariyê neşîne Rojava.”

Rojnamevan Siware Mehmud destnîşan kir ku ji bo serkeftina Rojava, pêwîstî bi piştgiriya Başûr heye û got; “Ne tenê piştgiriya aborî, divê bi çekdarî û bûyîna şervan jî em piştgiriyê bidin Rojava. Ez bang li hikumeta Iraqê dikim rêya rê veke, ji ber ku PDK li Sêmalka rêgiriyê dike.”

Çalakvana bi navê Rûbar Ehmed jî li ser heman mijarê axivî û da zanîn ku jinên Başûr wek her carê ji bo piştgiriya Rojava rola xwe dileyîzin. Rûbar Ehmed got; “Di kampanyayên hatîn ragihandin de piraniya xwe jin hene, tevî rewşa li Kurdistanê jî jin ji bo Rojava pêşengtiyê dikin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.