Ji bo pêşbirka Deniz Firat bang

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:35

Ji bo tevlibûna pêşbirka çîrok, helbest û wêneyan a Şehîd Denîz Firatê banga dawî hate kirin. 

Ji bo serlêdanên 6'emîn Pêşbirka Çîrok, Helbest û Wêneyan a Şehîd Denîz Firat banga dawî hate kirin. Komîteya Amadekar a pêşbirkê ragihand ku serlêdan wê heta 7'ê tîrmehê dewam bikin.

Pêşbirk, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî tê lidarxistin û pêşbirka îsal diyarî Sara Hogir Riha, Rûken Birûsk û rojnameger Seyîd Evran hate kirin ku di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane. 

Pêşbirk bi zimanê Kurdî (bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî) û zimanê Erebî û Tirkî ye. 

Komîteya Amadekar şertên tevlibûnê wiha rêz kir: 

* Beşdar dikare di beşê çîrokan de bi yek berhemê, di beşê helbest û wêneyan de bi du berheman beşdar bibin. 

* Pêwîst e berhem heya niha li tu cihan ne hatibe weşandin. 

Kesên serlêdanê dikin, divê berhem û kurtejiyana xwe ji van navnîşanan re bişînin: 

E-Mail: Yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com

Instagram: Pêşbirka Ş.Deniz Firat

Jimara tlf: +964 751 842 55 76

Facebook: Peşbirka Ş Deniz Firat

X: Pêşbirka Ş.Deniz Firat”

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.