- Li bajarê Mainzê yê Elmanyayê, bi sedan kes li Meydana Schillerplatz hatin cem hev û xwestin ku penaberên li wargeha Moria ya li girava Lesbos a Yewnanistanê bên qebûlkirin.
Li bajarê Elmanyayê Mainzê, bi sedan kes li Meydana Schillerplatz hatin cem hev û xwestin ku penaberên li wargeha Moria ya li girava Lesbos a Yewnanistanê diman bên qebûlkirin.
Di navê de Save me Mainz, Attac Mainz, Rêxistina Efûya Navneteweyî (AI), Meclîsa Penaberan a Mainzê û Partiya Çep gelek kes û derdoran destek da çalakiyê. Prof. Dr. Gerhard Trabert ê çûyî serdana wargeha Moriayê û xizmeta insanî da wan, li vir peyivî û rewşa heyî nexasim piştî bi temamî şewitîna wargehê weke drameke insanî bi nav kir. Trabert xwest Elmanya û welatên din ên Ewrûpayê van penaberan bihewîne.
Pêr ji ber ku agir girt konên li wargeha Moriayê, 13 hezar penaber li der man û di şertên gelekî xirab de şepirze bûne.
MAINZ