Ji bo parastinê Rewşa Awarte

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 22:30

  • Li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li herêmên xwe rewşa awarte ragihand.

Li hemberî gefên dagirkeriya dewleta Tirk Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh li herêmên xwe rewşa awarte ragihand.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte ragihand.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hate gotin, “Li gorî pêdiviyên berjewendiya giştî rewşa awarte hat ragihandin. Gefên domdar ên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi hemû cureyên çekên giran, balafirên bêmirov ên biçek, sivîlan û binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên elektrîkê û avê, saziyên sivîl dewam dikin. Dagirkeriya Tirk dixwaze ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bike, guhertina demografîk pêk bîne, şêniyên resen bide koçberkirin ku pê re rewşa ewlehiyê wê tevlihev bibe û pêleke koçberiyê pêk were. Ev rewş wê bi awayekî yekser bandoreke nerênî li destketiyên Rêveberiya Xweser bike ku bi saya fedakariyên zarokên pêkhateyên resen û kevnar ên Sûriyê yên li dijî terorê ev destketî hatine misogerkirin. Ev ê her wiha bandorê li parastina ewlehî û yekîtiya xaka Sûriyeyê jî bike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê bi rêya rêxistinên terorîst ên tundraw li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi bin ket, bi awayekî yekser berê xwe da dagirkirina xaka Sûriyeyê.

Ji lew re, li gorî hikûmên rêgeza sereke ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî, Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja çarşemê (6 Tîrmeh 2022) civîneke awarte li dar xist, piştî erêkirina endamên meclisa giştî, ev biryar hatin dayîn:

Biryarên Rewşa Awerte

1. Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte hate ragihandin.

2. Hemû meclis, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiyên Xweser û Sivîl ji bo amadekirina planên rewşa awarte û gefên li ser herêmê wê werin agahdarkirin.

3. Ji bo parastina gel û herêmên Rêveberiya Xweser hemû derfet wê werin bikaranîn.”

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.